Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felsefevan û civaknasê navdar Slavoj Zizek: Em ê ji nûve înşakirina demokrasiyê ji Kurdan hîn bibin

 

FEYLESOF Û CIVAKNASÊ NAVDAR SLAVOJ ZIZEK:
EM Ê JINÛVE ÎNŞAKIRINA DEMOKRASIYÊ JI KURDAN HÎN BIBIN

Slavoj Zizek ê sloven li cîhanê weke feylesofek û civaknasekî marksîst û rexnegirê çandê tê naskirin.

Gelek kitêbên wî yên li ser dîsîplînên cuda hene. Serê xwe li ser desthilat, civak, demokrasiyê êşandiye.

Zizek bi sernavê “Gelo di dema me de demokrasî hê jî tercîhek e ?” li ser online a Zanîngeha Kobanê dersek pêşkêş kir.

Dersê bi qasî 2 saetan dewam kir û hin anektodên Zizek yên der barê demokrasî û kurdan de bi vî awayî bûn;

Kurdan, yanî we bi komeke entellektuel re utopyayeke heyî bi gewde kir.

Hûn ne bi tenê remz û sembolê berxwedanê ne; hûn di heman demê de sembol in ji bo danîna pergaleke nû.

Wekî kurdan hemû mirovahî, hin îstîsna ne tê de ji hev parçe bûne û êdî demokrasiya lîberal jî tine ye.

Peywira şoreşê ne tenê temsîlkirina mirovan e,

ew di heman demê de xwedî wê peywirê ye ku mirovan serwext bike ka çi dixwazin.

Li vê derê ji bo înşakirina dinyayekê, divê baş kar bikin.

Îdeolojî ne pergaleke nirxên nayên dîtin û nayên hîskirin e.

Îdeolojî ketiye nav kar û barên me yên rojane.

Tesîra xwe li ser zewaca me, li ser xwarin û hezkirina me heye. Îdeolojî jixwe ev bi xwe ye.

Krîz û buxran bi hilbijartinên mezin nayên çareserkirin.

Jixwe dema ku piştevaniyek hebe, hilbijartin bi kêr tên.

Dibe ku em li dijî hev bin lê li ser qaîdeyên esasî divê em ê li hev jî werin.

Demokrasiya lîberal pêdiviya xwe bi peymaneke civakî heye.

Weke Hegel jî îşaret dike; tiştên berbiçav, dab û nêrîtên rojane.

Tişta ku civakê bi hev re digre jî ev e. Qaîde lê ne qaîdeyên nivîskî.

Îro tişta ku ji hev hatiye xistin ev e û ev e sedema krîzan.

Dersa esasî ya Marksîzmê ku kurdan ew şênber kir ev e; li welatekî ku zilm hebe rastî bêalî nîn e.

Hûn encax ji pozîsyona wan kesên ku herî zêde hatine pelçiqandin rastiyê formule bikin.

Rastî kategotiyeke hevbandorî ye.

Erê divê demokrasî bi awayekî radîkal ji nû be were înşakirin.

Em ê vê jî ji we hîn bibin.

Divê em li ser wê bifikirin ka dema hûn dibêjin demokrasî, divê em çi fêm bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv