Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Feleknas Uca: ‘Li Şengalê li dijî mirovahiyê sûc tê kirin’

 

ÊRIŞÊN LI SER ŞENGALÊ
PARLAMENTER FELEKNAS UCA: LI ŞENGALÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ SÛC TÊ KIRIN

Dagirkeriya tirk bi êrişên xwe yên dawîn nîşan da ku dixwaze kok li êzidiyan biqelîne.

Êrişên 16 û 17’ê Tebaxê jî bi vê armancê hatin kirin.

Li dijî van êrişên xwînxwar gelê kurd li seranserê cîhanê li ser piyan e.

Di çalakiyan de li gel hêrsa mezin. biryardariya ji bo mezinkirina berxwedanê heye.

Parlamantera HDP’ê Feleknas Uca ji Mezopotamyayê re bi berfirehî li ser êrişan axivî.

Feleknas Uca destnîşan kir ku Êzidî êriş weke dewam êrişên DAIŞ’ê dibînin û wiha got:

Dewleta tirk heya niha 9 caran êrîş biriye ser Şengalê, herî dawî jî bi êrîşa li ser nexweşxanê zilma xwe zêde kiriye.

Li gor hiqûqa navnetewî ev sûc e, sûcekî li hemberî mirovahiyê ye.

Armanca wan naxwazin êzidî li warê xwe xwedî gotin bin.

Tifaqa AKP-MHP’ê hebûna êzidiyan jî tamûl nake.

Feleknas Uca êrişa bi pîlana qirêjî a li ser Şengalê jî kir û wiha dewam kir:

Balyozê tirk gef xwar. PDK ji bo peyaman 9’ê cotmehê bikeve dewrê hêzên tirk xistin dewrê.

Helbet di êrişê de berpirsyariya hikûmeta navendî ya Iraqê jî hene. Êriş dema serdana Kazimî de pêk hat.

Di heqê bêdengiya dewletên cîhanê jî Uca got; ev yek nayê qebûlkirin û xwest ku ev hêzana li dijî dewleta Tirk xwedan helwest bin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv