Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîme Poyraz: ‘Hûn nikarin serî bi me bidin tewandin’

 

SEKNA DAYIKEKE KURD
FEHÎME POYRAZ: HÛN NIKARIN SERÎ BI ME BIDIN TEWANDIN

9 zarokên min bikevin girtîgehê jî ez serê xwe li ber we netewînim.

Ev gotin a dayîka Denîz Fehîme Poyraz e.

Tevî ku êşa wê gelek mezin jî bû, ew negirî û wê dilê neyaran xweş nekir.

Bersiva herî mezin a li dijî faşîzma dewleta Tirk a li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz malbata wê da.

Ji kêliya ku qetilkirina keça xwe bihîstin û heya niha, wan nehişt dilê neyarên wan xweş bibe.

Bi taybetî jî sekna Dayîka Deniz Fehîme Poyraz cihê şanazî û rumetê ye.

Wê giriyê xwe neda der, ew di hindirê xwe de dikelî, ji bo neyar şanebin wê rondik nebarand.

Fehîme Poyraz dema çû ser bedena keça xwe ya li erdê jî got Denizek çû wê hezar Denizên din werin.

Malbata Poyraz yek ji malbatên Kurd perwere ku ji ber zilma dewleta Tirk ji Mêrdînê koçî bajarê Tirkiyê Îzmîrê kiriye.

3 zarokên Fehîme û Abdulîlah Poyraz ji aliyê dewleta Tirk ve hatine girtin û her yekî li girtîgehekî dewleta Tirk têne ragirtin.

Fehîme Poyraz ku kezeba wê dişewite û êşa wê hê taze ye: got: 3’ê zarokên wê xistin girtîgehê, Denizê jî ji wê girtin lê li dijî zilmê bi hezaran Denîz hene.

Fehîme Poyraz anî ziman ku keça wê bi doza azadiya Kurdistanê ve girêdayî bû û di her karî de jî cihê xwe digirt.

Bavê Denîz Poyraz, Abdulîlah Poyraz jî got keça wî şehîda hemû Kurdistanê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv