Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîm Işik: ‘Aqlê dewletê divê ev car dubare nebe’

 

FEHÎM IŞIK / WELAT
AQLÊ DEWLETÊ DIVÊ EV CAR DUBARE NEBE

Mirûzê Erdogan her ku diçe dikeve. Piştî banga HDP’ê, diyar e ew ê mirûzê wî zêdetir bikeve. Neheq nîne. Wî dixwest kurdan tune bike. Dev ji kurdan berde, hêza wî têr nekir ku HDP biqedîne. Êrîşên nemayî ser bi HDP’ê ve bir. Hevserokên wan, parlamenterên wan, hevşaredarên wan, endam û alîgirên wan girt avêt zindanê. Tu şaredariya HDP’ê nema, hemûyan dagir kir. Rê neda ku HDP’yî yek çalakiyek çêbikin. Êdî wisa bibû ku tenê parlamenter dikaribûn derkevin çalakiyan. Ew jî ji bo parlamenterek bi sedan polîs dişandin cihê çalakiyê. Pirî caran êrîş dibirin ser parlamenteran. Tiştê dikirin, bi nivîsandin naqede.

Lê ew HDP’ê ku di hedefa Erdogan de bû, serî netewand, ber xwe da û îro jî êdî mora xwe li siyaseta Tirkiyeyê dide. Ew partiyên ku nedixwestin bi yek HDP’yiyan re werin ba hev, îro mecbûr mane guh didin bangên HDP’ê. Hesabên xwe ji ser HDP’ê dikin.

Dewletê dixwest bi ‘Plana Çokdanînê’ qira kurdan bîne lê diyar bû ku qira siyaseta wan ê qirêj hat. Ew mecbûr in vê siyaseta xwe biguherînin. Berê jî çendî car siyaseta xwe guherandine. Lê li her 10 salan carekî xwe dubare kirine. Di her têkçûnê de ‘aqlê dewlet’ bar girtiye ser milê xwe û bi guherîna hin rayedaran hêvî dane gel, xwe sererast kirine û piştî ku qewî bûne careke din dest bi êrîşan kirine.

Divê ev car êdî vê derfetê nebînin. Ev jî tenê bi hostatiya siyasetê pêk tê. Ev hostatî di tevgera kurd de heye. Gelê kurd xurt e. Berxweder e. Her ku diçe dostên li der û dora xwe berfirehtir dikin. Ev taybetmendî, her wiha rê li ber siyaseta wan jî vedike û dê zêdetir jî veke.

Lê Erdogan jî naxwaze winda bike. Niha desthilatdarî di destê wî de ye û dewletê bi tevayî desteser kiriye. Bêguman, HDP ne di tê de CHP, Îyî Partî û muxalîfên din ên Erdogan jî ji dewletê dûr nînin. Ew jî bi aqlê dewletê tevdigerin. Niha temsîla guherîna aqlê dewletê dikin. Lê her wiha naxwazin pergala dewleta tirk jî vegûheze. Xwe amade dikin ku pergalê carekî din vegûhezînin dema 7’ê hezîrana 2015’a. Erdogan di 2015’a de winde kiribû. Ew jî dixwazin ji wê derê dest pê bikin.

Belê, tiştê tê dîtin ev e: Tiştek nebibe jî tiştek bûye. Bi taybet di qada dewletê de aqlekî din ketiye dewreyê. Ev tê texmînkirin. Di qada dewletê de çi bûye ew ê di pêşerojê de zêdetir zelal bibe. Lê mesele ne aqlê wan e. Aqlê kurdan û dostê kurdan e. Divê ev car zêdetir zîrek bin. Rê nedin ku aqlê dewletê piştî qewîbûnê carekî din venegere qodên kevn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv