FAŞÎZM Û ZILMA LI DIJÎ GELÊ KURD
MIZGEFTÊ CENAZEYÊ ŞEHÎD VEDAT LI XWE NEGIRT Û DESTÛRA KONÊ SERSAXIYÊ NEHAT DAYÎN
19’ê Kanûnê li zîndana Tekîrdaxê Tîpa F hejmar 2, girtiyê azadiyê Vedat Çem Erkmen ji aliyê dewleta Tirk ve hat kuştin.
Polîsên dagirkeriya Tirk ji ber tirsa xwe ya ji cenazeyên şoreşgeran, cenazeyê wî ji Stenbolê revandin.
Malbatê cenaze li Sakaryayê ji polîsan wergirt û bir bajarokê Bazarcixê yê navçeya Qersê Dîgorê.
Li vê derê jî zilma li dijî cenaze û malbatê dewam kir.
Polîs û eskerên dagirkeriya Tirk dor li bajarokê Bazarcixê girtin.
Ji bilî ferdên malbatê, destûr nedan kes beşdarî veşartina cenazeyê Şehîd Vedat bibe.
Malbatê cenaze li goristana bajarok veşart.
Malbata Erkmen serdanên sersaxiyê li Bazarcixê qebûl dike.
Birayê şehîd Vedat, Sayîm Erkmen got, em bawer nakin, ku birayê min dawî li jiyana xwe anî be.
Sayîm Erkmen diyar kir, ku ji bo beşdariya li merasîma cenaze çênebe polîs û eskeran astengî derxistine.