Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Faşîzm û dagirkeriya tirk a li Bakur: Bi saetan êşkence li Îbrahîm Halîl Ercan kirin

 

FAŞÎZM Û DAGIRKERIYA TIRK A LI BAKUR
BI SAETAN ÊŞKENCE LI ÎBRAHÎM HALÎL ERCAN KIRIN

6’ê Nîsanê eskerên artêşa dewleta Tirk a dagirker, li Bismilê bi ser 3 gundan de girtin.

Gundên Dîcle, Heciya Kurda û Dumlupinarê.

Ev tevgera êrişê 6 saetan dewam kir û dagirkeran bi xwe re maşînên kar ên kolandinê biribûn.

Yek ji van malên ku bû hedefa êrişa dagirkeran a Îbrahîm Halîl Ercan ê 30 salî bû.

Baxçe û axurê di mala wî de bi kepçeyan hatin kolan.

Dagirkeran êşkenceyeke giran li Îbrahîm kirin, pêşî çavên wî giran û paşê kîs xistin serê wî.

Eskerên artêşa Tirk hin alavên leşkerî xistin mala wî û wiha jê re gotin:

Tu yê van li xwe bigirî, an go bibêjî, “ev yên min in” naxwe em ê te bikujin.

Îbrahîm Halîl Ercan niha li Muduriyeta Polîsan a Amedê di bin çavan de ye.

Parêzerê wî agahî dan, ku bi saetan êşkence li Îbrahîm kirine.

Jixwe li fotoyên di dema binçavan de hatine qeydkirin jî diyar dibe, ku şopên êşkenceyê li ser rû û serê wî hene.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv