Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: ‘Şerê Sakîne Cansiz’

 

ŞERÊ SAKÎNE CANSIZ
FARÛK SAKIK /RONAHÎ

Di sala 1976’an de hin şoreşger li Enqerê li baxçeyê zanîngehê rûniştibûn û li Abdullah Ocalan guhdar dikirin. Jinek ciwan nêzî wan bû. Ji komê kesek ji Dersimê ew nas kir û got: “Ev Sakîne Cansiz e. Dema me li Dersimê faaliyet dimeşand ev kes dihat cem me. Mala wan cînarê me bû. Dê û bavê wê li Almanya ne. Ji me pirtûk digirt û dixwend.”

Sakîne jî hat û xwe da nasandin. Got “ez ji Dersimê me. Navê min Sakîne Cansiz e. Min ji mal baz daye û ev çend rojin ez hatime Enqereyê. Ez li Alî Haydar Kaytan û hevalên wî digerim. Ji min re gotin li vê derê dikarî wan kesan bibînî.”

Sakîne ji Enqerê derbasî Îzmîrê bû piştî çend mehan careke din vegeriya derbasî Elezîzê bû. Li vê derê dest bi xebatên rêxistinbûnê kir.
(…)

Sal derbas bûn pêvajoya zindanan dest pê kir. Ji zindanan dengê berxwedana wê bilind dibû. Berxwedana wê ya zindanan ne bi tenê li ser jinan li ser herkesî bandoreke mezin çêdikir. Piştî ji zindanê derket evcar li çiyayên azad û li Ewrûpayê têkoşîna wê dewam kir.

Ev kesayet û têkoşîna wê, bala dijmin jî kişandibû û ji bo vê yekê ew xistibûn hedefa xwe. Li zindanan û li çiya nikaribûn tune bikin, li Ewrûpa bi dû wê ketin. Erdogan di axaftineke xwe de nave wê bi lêv dikir û ji dewleta Fransa dixwest. Dema ku ev yek jî nebû tetikkêşên xwe bi rê xist. Dema 9’ê Çileya 2013’an şehîd ket, têkoşîna wê serî de jin, wekî mîrasek ji hemû kurdan re ma.

Rêber Apo, qetilkirina Sakîne Cansiz wekî Qetlîama Dersimê ya duyemîn pênase kiribû. Bi qetlîama Dersimê de nirxên cewherî yên gel, hebûn, çand, exlaq û nasnama wan bûbû hedef. Hate xwestin ku helwestên wê yên serhildêr, berxwedêr û stûyê xwe xwar nake, were qirkirin. Xwestin bi rûmeta gelekî bilîzin.
(…)

Divê îro bi xwedîderketina têkoşîna wê, dijmin bizanibe hê jî negihîştine armanca xwe. Dijmin bila bizanibe di sala 1976’an de dema ku ji Dersimê bêyî agahiya malbata xwe çawa derbasî Enqerê bû, haya tu kesî ji wê tune bû û wê jî bi vê tunebûna xwe ji jinên azad re pêşengîtî kir, îro jî bi şehadeta xwe dixwaze vê têkoşînê bigihîjîne encamê.

Wê gotibû; ‘jiyana min her tim şer e’, ev şerê wê piştî şehadeta wê jî dewam dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv