JI ARTÊŞA IRAQÊ HEWLDANA BI XETER
ÊZÎDIYAN RÊ NEDA ARTÊŞA ÎRAQÊ DERBASÎ GUNDÊ GIR ZERIK BIBE
Artêşa Iraqê di çarçoveya peymana 9’ê Cotmehê de doh ket pey hewldaneke bi xeter.
Artêşê xwest derbasî gundê Gir Zerik bibe, ku ev gundê dawî yê Êzîdiyan e û DAIŞ’ê fermana 3’yê Tebaxê ji vir dabû destpêkirin.
Di serî de jinên Êzîdî, gelek kes li ber vê hewldanê rabûn.
Berxwedana Êzîdiyan heta derengiya şevê dewam kir û bi encam bû.
Artêşa Iraqê xwe ji qadê vekişand.
Hevalê me Îbrahîm Êzîdî rewşa dawî ya li herêmê ragihand.