Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êzidiyan hewldaneke din a li dijî Şengalê têk birin: Hêzên PDK’ê vekişiyan

 

Di encama berxwedana gelê Şengalê de hêzên PDK’ê yên xwestin bi rêya hêzên çekdar bikevin Şengalê, paşve vekişiyan. Hate gotin, ji bo alozî dernekeve Rêveberiya Xweser a Şengalê ketine navberê û rê dan ku hêzên wan bi awayeke bi ewle ji herêmê dûr bikevin.

Hêzên PDK’ê bi bahaneya bangeşeya hilbijartinê xwest bi hevkariya Iraqê hêzên çekdarî derbasê Şengalê bike. Lê ev hewldana PDK’ê li rastê nerazîbûnên gelê Şengalê hat.

Ji serê sibehê ve gel li asayîşên Borik û Guhbel kombûn û destûr nedan hêzên PDK’ê bikevin Şengalê. Hêzên çekdarî yên Iraqê û PDK’ê tevî hemû hewldanan nekarîn barîkata gel bişikînin û bikevin Şengalê.

Li ser israr û berxwedana gel hêzên PDK’ê neçar man ku ji herêmê vekişin. Peyamnêrê me ragihand ji bo aloziyek rû nede Rêveberiya Xweser a Şengalê ketine navberê û rê dane ew hêz bi awayeke bi ewle ji herêmê dûr bikevin.

Piştî hêzên Iraqê û PDK’ê paşve vekişiyan, gel serkeftina berxwedana xwe bi gerandina govendê pîroz kirin.

Di van kêliyan de jî ji bo pîrozkirina serkeftinê karwaneke mezin a Şengaliyan di nava gund û navçeyên Şengalê de digerin. Gel bi rakirina ala PADÊ û avêtina dirûşim û lêxistina kornayan serkeftinê pîroz dikin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv