Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Giştî

Ewropa-çalakiyên li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk

Li paytexta Hollanda Amsterdamê, li bajarê Grazê yê Awûstûryayê û li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk çalakî pêk hatin.


Kurdên li bajarê Amsterdamê tevî dostên xwe li meydana Damê li hev kom bûn û piştgiriya xwe ya bi Rojava re nîşan dan.

Di mîtîngê de gelek Hollandayî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.

Qisekeran dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin û ji bo Rojava banga piştgiriya enternasyonalîst kirin.

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê bi heman armancê mîtîngek pêk hat. Di mîtîngê de dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin û ji bo piştgiriya bi Rojava re belavok hatin belavkirin.

Li kantona St. Gallen a Swîsreyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û ciwanên enternasyonalîst ji bo Rojava meşek pêk anîn.

Di meşê de pankartên “Piştgiriya bi berxwedana Rojava re”, “Ji St. Gallenê heta Rojava şoreşê biparêze” hatin hildan.


Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

7.00 Sterka Sibe 26.01.2022

Stêrk Tv

Rêber Apo: Divê PKK ji niha û şûnde rola xwe bi serkeftî pêk bîne

Stêrk Tv

Li ser medyaya dîjîtal wê kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ dest pê bike

Stêrk Tv

لە هۆڵەندا ئاهەنگی کلتوری و هونەری کوردی ناونەتەوەیی بەڕێوەچوو

Stêrk Tv

18:45 Cenga Xabûr – Bager Başkale 22.09.2021

Stêrk Tv