Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Ev çi dewlet e, çi edalet e?’

 

Dayik Şenyaşar û ewladê wê ji bo ferdên malbata xwe yên hatin qetilkirin 300 roj in ji bo edaletê nobedê digirin. Emîne Şenyaşar got, “Ev dewleteke çawa ye? Ev edaleteke çawa ye? Gelo hûn me di xew de nabînin?”

Malbata Şenyaşar 300 roj in li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dike. Ev berxwedana ku gihîştiye 300 rojî, piştî komkujiyekê rû da ku di dîroka siyasî ya Kurdistan û Tirkiyeyê de wê ti carî neyê jibîrkirin.

Raya giştî malbata Şenyaşar piştî komkujiya ku bi fermana wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz li wan hate kirin, nas kir.

Malbata Şenyaşar a ku li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ye, 40 sal e ku li vir esnafî dikir. Di 14’ê Hezîrana 2018’an de bi fermana endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya AKP’ê û namzetê parlamenteriyê Îbrahîm Halîl Yildiz bû hedefa êrişê.

Yildiz ku ji bo hilbijartinê dixebitî kete dikana malbata Şenyaşar û pirsa “Daxwazeke we heye?” pirsî bû. Malbata Şenyaşar jî ji Yildiz re gotibû, “Hişyariyê bidin yên li gel we digierin. Destdirêjiyê li şêniyên navçeyê dikin. Dev diavêjin jin û keçan. Bila me aciz nekin.”

Li ser vê yekê, Yildiz ê AKP’î dema ku ji derî derkete derve bi çav işaret da yên li gel xwe û fermana ‘êriş bikin’ da. Xizm û alîgirên Yildiz ê AKP’î êrişî malbata Şenyaşar kirin û Fadil, Adil, Mehmet, Ferît û Celal Şenyaşar ên li dikanê birîndar kirin. Ferdên malbata Şenyaşar ên bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê, piştre ji aliyê xizmên Yildiz ve li nexweşxaneyê bi xwînxwarî hatin qetilkirin.

‘BILA EV BI DESTÊ JINAN BÊ KUŞTIN’

Bav Haci Esvet û dayik Emîne Şenyaşar ên bi bûyerê hesiyan çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ku zarokên wan rakirin wê nexweşxaneyê. Dema ku gihîştin nexweşxaneyê, dîtin ku xizmên Yildiz ê AKP’î çi mêr çi jin, li wê derê ne. Xizmên Yildiz dema ku çav li dayik û bav ên Şenyaşar ketin, yekser êriş kirin. Dayik Şenyaşar ber bi aliyê jinan ve dehf dan û gotin, “Ev jin e. Bila jin vê bikujin.” Bav Şenyaşar jî xistin nava xwe û bi kêrê û çekê ew qetil kirin.

JI MIRINÊ FILITÎN

Ferît, Mehmet û Fadil Şenyaşar ên di bûyerê de birîndar bûn, careke din bûn hedefa êrişê. Fadil Şenyaşar ji êrişê rizgar bû.

Fadil Şenyaşar ji bo ji aliyê malbata Yildiz ve neyê qetilkirin li nexweşxaneyan hate gerandin. Herî dawî ew birin Amedê û li wir hate dermankirin. Hîn tedawiya wî temam nebû, ew girtin û xistin girtîgehê. Ji hingî ve li Girtîgeha Xarpêtê li hucreya yek kesî tê girtin.

JI MIRINÊ FILITÎ LÊ 37 SAL CEZA LÊ BIRÎN

Dayik Şenyaşar kuştina hevser û zarokên wê ji bîr nake. 3 sal in rojek nîne ku nagirî. Ji girî çavên wê êdî baş nabîne, her wiha gelek nexweşiyên cuda lê der bûne. Bi zorê li ser piyan dimîne. Tevî vê yekê jî 300 roj in tevî kurê xwe Ferît di navbera Pirsûs û Rihayê de diçe û tê, li ber edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dike. Dixwaze ku kurê wê Fadil ê girtî tavilê bê berdan.

Vê daxwaza xwe jî belasebep nake. Ji ber ku Fadil Şenyaşar bi îdîayeke bêbingeh bi kuştina kesekî ji malbata Yildiz tê sûcdarkirin. Çeka ku fîşeka di bedena kesê miriye yê ji malbata Yildiz hate derxistin li holê nîne. Tevî ku çek li holê nîne, dadgehê sûç xist stuyê Fadil Şenyaşar û 37 sal ceza lê birî. Ji ber vê yekê daxwaza malbatê ya ji bo edaletê bi temamî mafdar û hiqûqî ye.

NOBEDA EDALETÊ YA MALBATA ŞENYAŞAR

Malbata Şenyaşar her roj ji cihekî nêzî 50 kîlometreyî tê ber edliyeya li navenda Rihayê. Heta ku edliye tê girtin lê nobedê digire û piştre êvarê vedigere mala xwe.

Di nava rojê de gelek kes tên serdana malbatê ji bo piştgiriyê bide. Ne tenê ji Rihayê, ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê têne serdanê. Ji Ewropayê jî hin heyetan serdana malbata Şenyaşar kirin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên ekolojîk, parêzvanên mafên jinan, rojnamevan, komeleyên xwecihî, mirovên çepgir, sosyalîst, femînîst û muxalîf…

Emîne Şenyaşar ku her roj tevî kurê xwe Ferît ji Pirsûsê tê navenda Rihayê 300 roj in ji bo kurê xwe Fadil li ber xwe dide.

Dema ku mîkrofon dirêjî dayik Şenyaşar tê kirin, ji bilî zilma ku li malbata wan hatiye kirin qala tiştekî nake. Şenyaşar dibêje ku zarokên wê li pêş çavên tevahiya cîhanê hatin qetilkirin û diyar dike ku wê vê êşê ti carî ji bîr neke.

Emîne Şenyaşar qala wê demê kir: “Dikana zarokên min hebû. Bi salan xebitîn. Zarokên min dema êvarê hatin malê ji bo malbata Yildiz gotin, ‘Ev dîn û har bûne, gelo wê serê kîjan feqîrî bişewitînin’. Digotin ‘Zextê li me dikin’. Rabûn hêrsa xwe bi serê zarokên min ve teqandin. Gelo wekîltî tê wê wateyê ku bikeve dikana mirovan, mirovan bikujin? Gule li dikana me reşandin. Yên me li erdê man, nehiştin ku kes wan rakin. Xwîn û pere ketine çavên van. Li pêş çavên me nexweşxaneyek xera kirin. Li ser eraziyên xwe nexweşxane û dermanfiroş çêkirin. Namûsa van bûye pere. Ne dîn û ne jî îmanê wan heye. Eger ewqasî hov nebûna ev komkujî nedikirin. Malbata min bi vî rengî belav nedikirin.”

‘BILA EW JÎ HEMAN ÊŞÊ BIKIŞÎNIN’

Şenyaşar bal kişand ser roja ku komkujî bû û got, “Cîranên me ji min re got ‘Li zarokên we reşandin’. Dema ku bi rê ketim ji min re gotin, ‘Tu jî neçe, wê li te jî bireşînin’. Lê min guh neda. Dema ku çûm dikanê min dît ku xwîn rijiya ye. Bila Xwedê tiştên ku wî zilamî kiriye jê re nehêle. Li pey zarokên xwe çûm nexweşxaneyê. Kurê min ê mezin hîn birîndar bû gotibû, ‘me nebin nexweşxaneyê, wê me bikujin’. Hîn me zarokên xwe nedît, ew li wir qetil kirin. Piştre bi kêr û şûşeyan êrişî hevserê min kirin û ew kuştin. Çavên hevserê min derxistin. Înşaleh ew ê jî bi vî rengî bi çav vekirî biçin, çi bi serê me anîne bila bi serê wan jî bê.”

‘ÊDÎ NIKARIM LI MALÊ BISEKINIM’

Şenyaşar got, “Ji ber ku zarokên min kuştin û malbata min belav kirin, êdî nikarim li malê bisekinim” û wiha dewam kir, “Ez daxwaza edaletê dikim, lê doz li min vekirin. Dixwazin 4 salan ceza li min bibirin. Ev çi dewlet e? Ev çi edalet e? Me da pey edaletê û çûn heta Enqere û Stenbolê. Cih nema ku em neçûn. Ji me re gotin, ‘Edalet nîne, biçin mala xwe’. Dema ku hatim malê min got, dibe ku edalet li binê vî betonî be, li binê vê xakê me, min kola. Min hêvî kir ku kurê min Fadil ê girtî bê berdan. Piştî komkujiyê ez bi tenê mam, lê ew zilam (Îbrahîm Halîl Yildiz) dixwaze min jî bixe girtîgehê. Gelo deynê te li me ye? Çi hebû ku malbata min qetil kir û ji hev belav kir? Hêvî dikim ku malbata wî jî bi vî rengî belav bibe. Bi wan re wijdan û rehm nîne.”

‘DOZGER DEMA ÇAV LI ME DIKEVE DIÇE TIWALETÊ’

Şenyaşar diyar kir ku malbata Yildiz şeva bûyerê nexweşxane boyax kir, dîmen jê bir û got, “Zarokên min tiştek bi kesî nekir. Çeka kurê min jî wan hovan veşartin, ji bo eşkere nebe ku wan bi xwe xwe kuştine. Ez dixwazim ku kurê min bê berdan. Ez êdî nikarim li vir bikim. Dixwazim bi kurê xwe re biçim malê. Zarokên min, neviyên min sêwî hiştin. Înşaleh heman tişt wê bê serê wan. Em li vir hewl didin ku dîmenên nexweşxaneyê bên eşkerekirin. Lê belê dema ku dozger çav li me dikeve diçe tiwaletê. Bila êdî edaletê pêk bînin. Gelo di xewa xwe de jî hûn me nabînin? Gelo bi we re wijdan nîne?”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv