PIŞTÎ 5 ROJAN ŞEWATA ÇEWLIGÊ HAT VEMIRANDIN
QADEKE BERFERIH A DARISTANÊ TEVÎ ZINDIYÊN TÊ DE ŞEWITÎN
25’ê Hezîranê li herêma Suvêran a navçeya Çewligê Dara Hênê li devera çiyayî şewateke mezin dest pê kir.
Ev şewat di demeke kin de li gundên Gaz, Şêxismal û Xodanê belav bû.
Piştî bi 5 rojan agir hat kontrolkirin..
Lê belê di encamê de qadeke berferih a daristanê, bax û bexçeyên gundiyan şewitîn..
Her wiha gelek zindî, ajal û nebatên li daristanê şewitîn
Qada ku şewatê destpê kir nêzî qereqola artêşa dewleta Tirk e.
Bi vê yekê piştrast dibe, ku artêşa Tirk agir bi herêmê xistiye.
LI BESTA ŞEWAT
EV DU ROJ IN DARISTANÊN LI HERÊMÊ DIŞEWITIN
26’ê Hezîranê jî artêşa Tirk li herêma Besta ya Şirnexê dest bi tevgera dagirkeriyê kiribû.
Bi destpêkirina tevgerê re eskran agir berdan daristanên Girêgivara, Bestahincê, Germav û Kanîfeşkê.
Şêniyên li herêmê xwestin bi derfet û îmkanên xwe agir vemirênin,hêzên dewleta Tirk destûr nedan.
Agirê ku ev 2 rojan derketiye her diçe mezin û berfireh dibe.
LI BESTAYÊ CERDEVAN DARAN DIBIRIN
LI CIHÊN KU DAR TÊN BIRÎN DEWLETA TIRK QALEKOLAN ÇÊDIKE
Di vê navberê de dewleta Tirk bi rêya cerdevanan darên li herêmê jî dibire.
Cerdevan li qada “Çala Nimêja” ev 15 roj in dest bi birîna daran kirine.
Li deverên dar tên birîn dewleta Tirk qaleqolan çêdike..
Beriha niha jî dewleta Tirk li Çiyayê Cûdî û bi erêkirina PDK’ê li herêmên Heftanîn û Metînayê dar birîbûn..
Piştî ku birîna daran a li van herêman ket rojevê, ji bo demekê hatibû rawestandin.