Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Euro-Pol: PKK li Welatên Yekîtiya Ewropayê çlakiyên terorê pêknayne

 

Saziya Polîsan a Ewrûpayê Euro-pol rapora xwe ya 2020’an eşkere kir..

Eurpolê têkildarî Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê ev nirxandin li rapora xwe bicih kiriye:

PKK’ê heta niha li ser axa welatên Yekîtiya Ewrûpayê ti êrişên terorê lidarnexistine.

Ew Ewrûpayê, tenê weke qada propagandayê bikar tîne..

Saziya Polîsan a Ewrûpayê Euro-pol rapora xwe ya 2020’an a bi navê ‘rewşa terorîzmê û rêveçûna wê’ eşkere kir..

Euro-polê di raporê de rewşa gelek rêxistinên siyasî û çekdarî ku ji aliyê Yekîtiya Ewrûpayê ve weke terorîst hatine binavkirin, nirxandiye..

di raporê de rûpela binavê Partiya Karkerên Kurdistanê heye wê bikar bînin-rûpel 56
Têkildarî xebatên PKK’ê li qada Ewrûpayê, Euro-pol pênaseyeke bi nakok dike..

Lewma hem çalakî û xebatên PKK’ê weke aştiyane li raporê bicih kirine û hem jî dibêje Ewrûpa hê PKKê weke rêxistineke terorê dibîne..

Ji bo PKK’ê ku bêtirî 35 salan e li Ewrûpayê bi bandor e, di raporê de ev nirxandin hatiye kirin:
dîmenên xwepêşandanên girseyî, çandî festîval..
Partiya Karkerên Kurdistanê, heta niha li ser axa welatên Yekîtiya Ewrûpayê ti êrişên terorê lidar nexistiye. Ew qada Ewrûpayê tenê ji bo propaganda û alîkarkiya lojîstîkî bikar tîne..

EUROPOL RAPORA XWE EŞKERE KIR:
ÇALAKÎ Û XWEPÊŞANDANÊN PKK’Ê LI EWRÛPAYÊ AŞTIYANE NE

Derbarê xebatên siyasî û rêxistinî de jî Euro-pol wiha dibêje:

Kom û saziyên girêdayî PKK’ê têkildarî doza Kurdan xwepêşandanan lidar dixin. Ev xwepêşandan jî bi rêbazên aştiyane pêk tên.

Her wiha hin caran bi rêyên qanûnî jî alîkariya madî kom dikin.
dîmenên êrişên li dijî rojava
Euro-pol êrişên dewleta Tirk Kurdan jî bi bîr xistin û wiha got:

Rewşa Kurdên li Tirkiyê, Iraq û Sûrî bandor li xebatên komeleyan kir. Bi taybet piştî destwerdana leşkerî ya dewleta Tirk li Bakurê Sûrî, xwepêşandanên li Ewrûpayê zêde bûn.

Di raporê de hatiye bibîrxistin ku dadgeheke belçîkî biryar daye ku PKK komeke çekdarî ya dozeke xwecihî ye lê belê ne rêxistineke terorê ye. Û biryar ji aliyê dadgeha bilind ve jî hatiye piştrastkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv