Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Eskerên tirk li Farqînê avêtin ser konê sersaxiyê

 

ESKERÊN TIRK LI FARQÎNÊ AVÊTIN SER KONÊ SERSAXIYÊ
GEF LI GUNDIYA XWARIN Û CEZAYÊ PERE LI WAN BIRÎN

Malbata gerîlaya YJA-Starê Şehnaz Okşamak li gundê Mîreliya yê navçeya Farqînê ya Amedê malbatê konê sersaxiyê danî.

Ji bo sersaxiyê li qadeke vekirî kursî hate danîn û bi vî rengî serdan hatin qebûlkirin.

Lê di 20’ê Nîsanê de eskerên Tirk avêtin ser konê sersaxiyê.

Leşker bi wesayitên zirxî ketin nava taxê û îfadeya welatiya girtin.

Li gorî agahiyan eskeran heqaret li ferdên malbatê kir.

Fermandarê qereqolê gef li gundiya xwariye.

Eskeran piştre kursî kom kirin, xistin qemyonekê û birin qereqolê.

Piştî bûyerê eskeran ji qereqolê bangî 5 kesan kirin da ku werin îfadeya xwe bidin.

Gerîlaya YJA-Starê Şehnaz Okşamak a bi nasnav Mizgin Cigerxwin 25’ê Îlona 2020’î di encama bombebarana balafirên tirk de şehîd bûbû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv