ÊŞKENCEYA LI SER SÎNOR
ESKERÊN TIRK KOLBEREK BI ÊŞKENCEYÊ QETILKIRIN
Li ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê du kolberên bazirganiya ser sînor dikirin ji aliyê eskerên tirk ve hatin girtin.
Her dû kolber Hesen Keçelano û Behram Semedî ji Rojhilatê Kurdistanê ne.
Eskerên Tirk kolber dibin taxa Şexsicîh a navçeya Wanê Çaldiranê û êşkenceyek giran li wan dikin.
Di encama vê hovitiyê de Kolber Hesen Keçelano yê bavê 3 zarokan jiyana xwe ji dest dide.
Kolberê din Semedî giran birîndar dibe, dev û rûyê wê di nav xwînê de dimîne. Laşê wî reş û şîn dibe.
Piştî êşkecê eskerên Tirk Semedî li gel cenazeyê Keçelano li ser sînor datînin.
Xizmên kolberan dan xuya kirin Semedî hatiye gund û piştre li gel eskerên Îranê çûne cihê ku cenaze lê ye.
Êşkenceya li ser bedana kolberan bi raporeke eskerên Îranî jî hat piştrast kirin
ÊŞKENCEYA LI SER SÎNOR
LI BANE Û ŞINO 2 KOLBER BIRÎNDAR BÛN
Li herêmên sînor ên Bane û Şino jî di êrişên eskerên îranê de 2 kolber birîndar bûn.
Li gorî agahiyên Kolbernewsê ragihandiye eskerên Îranê li herêma sînor a Şino komek kolber gulebaran kirin.
Di encamê de kolberê bi navê Ferşad Xidirzade yê yê xelkê Şino birîndar bû.
Li herêma sînor a Baneyê jî di êrişa eskerên Îranê de kolberê bi navê Zahîr Xidirzade birîndar bû.
Ji bo dermankirinê Zahîr rakirin Nexweşxaneya Selahedîn a Baneyê.