LI DIJÎ GERÎLA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
ESKERÊ BI MASKE GAZA JAHRKIRÎ DAVÊJE TUNELÊN ŞER ÊN WERXELÊ
Dîmenê li ser ekranên we ji qada Werxelê ya Avaşînê ye.
Gerîla vê qadê weke, Qada Berxwedanê ya Werxelê bi nav dike.
Ev dîmen 2’yê Îlonê hatiye qeydkirin an go wê rojê berxwedana gerîla ya li Werxelê di roja xwe ya 90’î de ye.
Artêşa Tirk wê rojê li dijî tunelên şer 7 caran gaza jahrkirî û kîmyewî li dijî gerîla bi kar anî.
Helbet beriya bikaranîna gazê, artêşa Tirk bi teqemeniyan û ji qereqolên li ser sînor ev qad bombe kir.
Dîmen serê sibê hatiye qeydkirin.
Eskerên Tirk ên dagirker di dîmen de xuya dikin.
Bi cilûbergên taybet û maskeyên gazê, pêşî gaza kîmyewî bi kar tînin.
Gerîla bi rêbazeke taybet vê gazê li eskeran vedigerînin.
Wekî din jî bi tedbîrên cûda rê li ber bandorbûna gazê digirin.
Eskerekî Tirk bêyî ku xwe zêde nêzîk bike, bi maskeya xwe ya gazê nêzî tunela şer dibe.
Bi vî dîmenî jî piştrast dibe, ka dewleta Tirk çawa gaza jahrkirî û kîmyewî bi kar tîne.
Her wiha ev jî dibe belgeyeke sûcê şer ê dewleta Tirk.