Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ertugrul Kurkçu: Têkçûna li Garê hevsengiya desthilatê hejandiye 26.02.2021

 

ERTUGRUL KURKÇU:
TÊKÇÛNA LI GARÊ HEVSENGIYA DESTHILATÊ HEJANDIYE

Dewleta Tirk bi teknîkeke mezin tevî balafir û helîkopretan, bi sîha û îhayan heta bi gazên kîmyewî êrişî Garê kir.

Êrişa dagirkeriyê 10 sibatê ber destê sibê dest pê kir û 14 sibatê bi şevê jî bi têkçûna dewleta tirk bi dawî bû,

Di siyaseta Tirkiyê de jî êdî gotina; beriya Garê û piştî Garê derbasî lîteraturê bû.

Li gel encamên eskerî helbet encamên siyasî yên Garê jî tên nîqaşkirin.

Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku îktîdar dixwest ser têkçûnên xwe bi serkeftinekê veşêre û got:

Rejîma AKP-MHP’ê ji ber vê rabûn êrişî Garê kirin.

Wan dixwest êrişeke berfireh û mawaya xwe dirêj bikin.

Lê ji ber têkçûna xwe bi lez û bez vegeriyan.

Kurkçu destnîşan kir ku rejîma qirrker ji tîrmeha 2015’an ve cara yeke bi têkçûneke wisa mezin re rû bi rû maye û got:

Bandora vê têkçûnê kir ku îktîdar ji hundir ve biheje, hevsengiya wan xera bû.

Garê li Tirkiyê hevsengiya hêza stratejîk jî guhertiye û her tişt girêdayî helwesta muxalefetê ye.

Heke muxalefet têkildarî êrişê helwesta xwe bi zelalî nîşan bide û hev bigire, wê pêvajo jî li gorî helwesta wan bi rê ve biçe.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv