Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êrişkarê avahiya HDP’ê: ‘Min plan kiriye gelek rêveberên din yên HDP’ê bikujim’

 

ÎFADEYÊ ÊRIŞKARÊ AVAHIYA HDP’Ê YA ÎZMÎRÊ:
“MIN PLAN KIRIYE GELEK RÊVEBIRÊN DIN YÊN HDP’Ê BIKUJIM”

Tetikkêşê avahiya HDPê ya Îzmirê Onur Gencer gelo talîmat ji kê girtibû, ji aliyê eskerî ve çawa û li kêderê hatibû perwerde kirin?

Hukumeta AKPê înkar bike jî, êrişên li ser kurdan bi teşwiqa daxuyaniyên wan yên li hemberî HDPê û kurdan tên kirin.

Hin îşaret hene ku ev êriş ji aliyê wezareta karê hundur ve hatiye organize kirin.

Lê bi qasî ku mezin organize kiribûn, negihiştin armanca xwe.

Plan ew bû ku herî kêm 20-30 endam û rêvebirên HDPê qetil bikin û tam atmosfera kaosê biafirînin.

Lê rêvebirên di hedefê de wê saetê ne di avahiyê de bûn.

Polîs û ajanên MIT’ê yên girêdayî wezareta karê hundur ku 24 saetan avahiyê dişopînin ev têtikkêş bi zenebûn xistin hundur.

Hê jî nayê zanîn ka gelo tetikkêş yek bû yan pirs kes bûn.

ÊRIŞA SER AVAHIYA HDP’Ê YA ÎZMÎRÊ:
ÎŞARET HENE HÊZÊN POLÎS Û MÎT BÛNE HEVKARÊ ÊRIŞKAR

Piştî guleya yekem ya ku Deniz Poyraz qetil kir, polêsên tirk bi qasî 50 deqeyan mudaxale nekirin.

Hemû qeydên kamerayên derdorê ji aliyê polês ve hatin îmha kirin. Ev yek û gelek îşaretên din hene hevkariya polês ya bi kujer re nîşan dide.

Tetikkêş îtiraf dike ew li bendê bû ku rêvebir û endamên din bikevin avahiyê daku wan jî bikuje.

Ew di îfadeyê xwe de wiha dibêje: Min wêneyê kesa ku kuşt di medya dijîtal de parve kir. Armanca min ew bû ku kesên bi bûyerê bihesin û werin avahiyê, wan jî bikujim.

Tetikkêş Gencer di îfadeyên xwe de vekirî li xwe mûkir tê ku di plana wî de herwiha kuştina hevserok Pervin Buldan, Selahattin Demirtaş, parlementer Barış Atay û parlemenetera berê Leyla Zana jî hene.

ÎFADEYÊ ÊRIŞKARÊ AVAHIYA HDP’Ê YA ÎZMÎRÊ:
“MIN PERWERDEHIYA ESKERÎ LI MINBICÊ JI ESKERÊN TIRK GIRT”

Kujer Onur Gencer dide zanîn wî pewrdehiya xwe ya eskerî beşek li Mimbicê ji eskerên tirk, beşek jî li Îzmirê bi perê xwe girtiye.

Ji rêvebirên HDPê Mahfuz Güleryüz jî da xuya kirin wan beriya niha Walîtiya Izmirê û Mûdûryeta polisan hişyar kirine ku konê li pêşiya avahiya wan ji êrişan re zemîn amade dike.

Ji xwe îfadeyê tetikkêş ku dibêje ew ketiye bin tesîra kesên li pêşiya vahiyê, vê metirsiya HDPê piştrast dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv