ÊRIŞÊN LI DIJÎ MALBATÊN ŞEHÎD, GERÎLA Û GIRTIYAN
DI NAVA 4 ROJAN DE 2 CARAN AVÊTIN SER MEBYA-DER’Ê
Hêzên faşîzma Tirk di nava 4 rojan de 2 caran bi awayekî hovane avêtin ser komeleya xizmên şehîdan MEBYA-DER û rêvebeberên wê.
Polîsên Tirk di dema serde-girtinê de derî û pace şikandin û tiştên nav mal û komelan jî li nav hev xistin.
DI NAVA 4 ROJAN DE 2 CARAN AVÊTIN SER MEBYA-DER’Ê
TEVÎ HEVSEROKÊN MEBYA-DERÊ HERÎ KÊM 16 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Di serde-girtinan de tevî Hevserokên Mebya-Der’ê Şêxmûs Karadag û Yuksel Almas 16 kes kirin binçavan.
Di nava kesên binçavkirî de rêveberê Mebya-Derê Şêxmûs Turk ê 81 salî û rêveber Halime Topuz, Ayşe Tutmaz û Sait Borte jî hene.
QIRKIRINA SIYASÎ YA LI DIJÎ DAYIKAN
2 DAYIKÊN AŞTÎ YÊN 79 SALÎ Û 71 SALÎ AVÊTIN ZINDANÊ
Di vê navberê de beşeke binçavkiriyên 27’ê sibatê derketin pêşberî dadgehê.
Dadgerên mêtinger derbarê ji Dayikên Aştiyê Meryem SOylu ya 79 salî û Hatûn Aslan a 71 salî de biryara girtinê dan.
ÊRIŞÊN LI DIJÎ MALBATÊN ŞEHÎD, GERÎLA Û GIRTIYAN
TJA: WÊ TI ÊRIŞ NIKARIBE PÊŞIYA DAYIKÊN AŞTÎ Û ME BIGIRIN
Tevgera Jina Azad TJAyê li himberî qirkirina siyasî ya li dijî komeleya xizmên şehîd, dayikên aştî û têkoşerên azadiyê nerazîbûnek tund nîşan da.
Tevgerê anî ziman ku li himberî êrişan, ewê berxwedana xwe xurt bikin û wê ti êriş nikaribe pêşiya wan bigire.