ÊRIŞÊN LI DIJÎ KOLBERAN
DI MEHA HEZÎRANÊ DE 9 KOLBER HATIN KUŞTIN
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê derbarê êrîşên li dijî kolberan raporek weşand.
Li gorî Rapora di meha Hezîranê de herî kêm 9 Kolber di encama êrişên eskerên Îranê de jiyana xwe ji dest dane û 14 Kolber jî birînda bûne.
Di raporê de li ser binpêkirina mafên mirovan jî ev agahî hat par vekirin.
“Di meha Hezîranê de 22 aktîvîstên mafê mirovan û siyasetvan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine girtin.”
Têkildarî zextên li ser civakê jî, di raporê de ev agahî hat parvekirin.
“Di nava mehekê de ji ber zextên dewleta Îranê 6 jê jin bi giştî 12 kesan ya xwe şewitandiye yan jî întîhar kiriye.”