ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER
LI SER BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ ZÊDE DIBIN
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin.
Dewleta dagirker bi van êrişan hewil didin li herêmê bêistiqrariyê pêş bixe.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, gundê Soxanek ê navçeya Şêrawayê, gundên Til Cuma û Til Şemran ên Asûriyan ên navçeya Til Temirê bi obus û hawanan hatin topbarankirin.
Heman çavkanî radigihînin ku artêşa Tirk û çeteyên wê çekdarên xwe sewqî gundê Sico yê Ezazê kirine û li herêmê bi cîh bûne.
Piştî sewqiyatê gundên Merenaz, Elqemiyê û Meyasê yê girêdayî navçeya Şera topbaran kirin.
Têkildarî êrişan, ajansa ANHA’yê dide zanîn ku artêşa Tirk a dagirker gundê Bêlûniyê yê girêdayî kantona Şehbayê bi balafirên bêmirov û biçek bombebaran kiriye.
ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER
ŞÊNIYÊN TIL TEMIRÊ: EM Ê XWEDÎ LI AXA XWE DERKEVIN
Têkildarî êrişên li ser herêmê pêşdikevin şêniyên Til Temirê Hisên Abdullah ragihandin ku bi ti awayî devji axa xwe bernadin.
Jina bi navê Heyat Hesen jî da zanîn ku tevî ev êriş li ber çavê Amerîka û Rûsya pêşdikevin jî, ev dewlet bêdeng in.
Îdrîs Yûnis dibêje êdî ew ne kurdê berêne û li ber van êrişan bejna xwe natewînin.