Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êrişên dagirkeriyê: Tevî nerazîbûnan jî PDK’ê bêdeng e

 

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ
TEVÎ NERAZÎBÛNA JÎ PDK BÊDEN E

Ji bo êrişên dewleta tirk ên li ser Herêma Başûrê Kurdistanê lêkolîn bike ji aliyê Parlementoya Herêma Kurdistanê û Iraqê komîsyonek hevbeş hat avakirin.

Komîsyonê rojên 8 û 9’ê Hezîranê çûbû serdana Amêdî, Dêrelok, Şeraniş, Şêladiz, Dihok û deverên rastî êrişên dewleta Tirk tên.

Komîsyonê di çarçoveya xebatê xwe de bûyera 5’ê Hezîranê ya li çiyayê Metîna rûda bû jî lêkolîn kiribû.

Komisyona hevbeş a parlementoya Iraq û Herêma Kurdistanê rapora xwe ya rewşa şerê li heremê diqewime û bûyera 5’ê Hezîranê du meh berê radestî parlemena Kurdistanê kiribû.

Di heman demê de komîsyonê daxwaz kir ku li ser naveroka raporê li parlementoyê rûniştinek taybet bê çêkirin.

PARLEMENTERA YNK’Ê ŞÎNO EŞQÎ:
HIKÛMETA HERÊMA KURDISTANÊ BERSIVA KOMÎSYONÊ NEDA

Endama Komîsyonê Parlementera YNK’ê Şîno Eşqî têkildarî naveroka raporê ji Rojnewsê re axivî.

Şino Eşqî da zanîn ku agahiyek berdest û pêbawer nîne ku gerîla êrişî hêzên PDK’ê kiribe.

Parlementera YNK’ê dibêje hikûmeta Herêmê ti giringî bi daxwazên parlementoya Herêmê û rapora ku hatî pêşkêş kirin nade.

Şîno Eşqî di dawiya axaftina xwe de da diyarkirin ku ji bo dawî li êrişên dewleta Tirk bê anîn, divê zext li hikûmeta herêmê kurdistanê bê kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv