Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êrişên Dagirkeriya Tirk

 

 

Dewleta Tirk a dagirker 31’ê Kanûnê ji gundê Dalya du ciwan revandin.
Ev gund li herêma Bradostê ye û bi ser Hewlêrê ve ye.
Bavê ciwanê hatî revandin Xelîl Zikrî ji rayedarên Başûrî vê pirsê dike..
Çawa dibe eskerên tirk zarokên me li ser axa me direvînin.
Di vê navberê de artêşa dewleta Tirk hê jî gund dagirkiriye û dor li gund girtiye.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK
DAGIRKERAN DOR LI GUNDÊ DALYA YÊ BIRADOSTÊ GIRTIN

Êrişên dagirkeiya tirk ên li ser axa Iraq û Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Dagirker rojane bombe li herêm û gundên Başûrê Kurdistanê dibarînin.

Eskerên dagirkeriya tirk şeva 30’ê Kanuna 2021’ê ji gundê Dalya yê herêma Bradostê 2 ciwan revandin.

Bi aqûbeta ciwanên bi navê Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa nayê zanîn.

Li gorî saloxan dagirkeran ew birine qereqoleke li navça Colemêrg Şemzînanê.

Tevî vê jî rayedarên Başûr xwe bêdeng dikin.

Bavê ciwanê bi navûê Ekrem ku tevî pismamê xwe hatiye revandin, Xelîl Zikrî nerazîbûn nîşanî bêdengiya rayedaran da.

Xelîl Zikrî ku ji rojnewsê re axivî, da zanîn ku herdu jî şivantî dikirin û got:

Dema eskeran êrişî wan kir ev xwe ji destê wan rizgar dikin.

Lê piştre esler digihîjin wan, û wan direvînin.

Piştî hatin revandin, ji bo lêpirsînê birin baregehek leşkerî ya li Şemzînanê.

Me Hikumeta Herêmê ji bûyerê agadar kiriye, me serdana hêzên pêşmerge, asayîş û aliyên peywendîdar kiriye. Lê heya niha tiştek ji bo me ne gotine.

Ez bang li desthilata Herêma Kurdistanê dikim, xwedî helwest bin.

Leşkerên Tirk bi çi mafekî tê nav xaka me û zarokên me ji bo dewleta xwe direvîne?

Li aliyê din hat hînbûn ku eskerên dagirker dor li gundê Dalya girtine û nahêlin kes ji malên xwe derkeve.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv