Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êrişên Dagirkeriya Tirk

 

HPG’ê ragihand, dewleta Tirk ji 2 heta 6’ê Çileyê bi qasî 5 rojan Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber bombe kiriye.

Tevî van êrişên dijwar jî ti zirar li hêzên gerîla nebûye.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK
HPG: DI BOMBERDIMANA 5 ROJAN DE TI ZIRAR LI HÊZÊN GERÎLA NEBÛ

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên gerîla eşkere kirin.

HPG’ê ragihand, ku artêşa Tirk 5’ê Çileyê li herêma Şehîd Kendal a Amedê dest bi tevgereke êrişê kiriye.

Vê tevgerê bejahiya gundên Kerwas, Memyat û Mehle girtiye nava xwe.

Piştî ku artêşa dagirker yekîneyên veşartî li vê derê bi cih kirine, xwe ji herêmê vekişandî ye.

HPG’ê têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Heêrmên Parastinê yên Medyayê jî ev agahî dan:

Artêşa dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hewayî bi dijwarî didomîne.

Ev êriş tevahiya 5 rojan dewam kirin û ti zirar li hêzên me nebû.

2’yê Çileyê Girê Şehîd Şahîn û Girê Cûdî yê bi ser gundê Xiristiyanan ve yên Zapê,

Girê Şehîd Şerîf û qada Sinînê yên Xakurkê bi balafirên şer hatin bombekirin.

3’yê Çileyê artêşa dagirker qadên Kunîşka û Şehîd Rustem bi balafiran bombe kirin.

4’ê Çileyê Girê Berbizina û qada Sinînê yên Xakurkê, herêma Barzanê û Çiyayê Reş ê Zapê, qada Werxelê ya Avaşînê bi balafirên şer hatin bombekirin.

5’ê Çileyê qadên Sinînê û Goşînê yên Xakurkê, qadên Çemço, Kunîşka û Şikefta Birîndaran ên Zapê û Deriyê Hirçê yê Garê bi balafirên şer hatin bombekirin.

Û 6’ê Çileyê jî artêşa dagirker bi balafiran qada Kûnîşka, Girê Şehîd Şahîn û Girê Amediyê yên Zapê bombe kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv