Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êrişên Çeteyên DAIŞ’ê li Başûrê Kurdistanê

 

 

Em amade ne gelê xwe li dijî êrişên DAIŞ’ê bi canbexşane biparêzin
Berdevkê Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê Serdar Yektaş bi van gotinan bal kişand ser êrişên DAIŞ’ê yên li Başûrê Kurdistanê.
Serdar Yektaş destnîşan kir, ku têkiliya zêdebûna êrişên çeteyên DAIŞ’ê bi dewleta Tirk re heye.

ÊRIŞÊN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
SERDAR YEKTAŞ BERSIV DAN PIRSÊN ANF’Ê

Berdevkê Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê Serdar Yektaş têkildarî zêdebûna êrişên çeteyên DAIŞ’ê li Kerkûk û Mexmûrê bersiv dan pirsên ANF’ê.

Serdar Yektaş ji bo malbatên pêşmergeyên di êrişên çeteyên DAIŞ”ê de şehîd bûne û xelkê Başûrê Kurdistanê sersaxî xwest û got, DAIŞ’a ku ji aliyê şervanên azadiyê yên gelê Kurd ve hatibûn têkbirin, ji nû ve dest bi êrişan.

Berdevekê Navenda Ragihandinê destnîşan kir, ku zêdebûna livûtevgera DAIŞ”ê li dora Kerkukê encama pîlanekê ye û wiha got:

ÊRIŞÊN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
SERDAR YEKTAŞ: TÊKILIYA ÊRIŞÊN DAIŞ’Ê BI PÎLANÊN DEWLETA TIRK RE HEYE

Têkiliya xwe bi dewleta Tirk re heye.

Hin derdorên ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li vê derê tên birêxistinkirin, di daxuyaniyên xwe yên dawî de gef xwaribûn.

Serdar Yektaş da zanîn, ku ew ji bo parastina gelê xwe amade ne û got,

ÊRIŞÊN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
SERDAR YEKTAŞ: EM AMADENE GELÊ XWE JI ÊRIŞÊN DAIŞ’Ê BIPARÊZIN

Heke pêwîstî hebe û were xwestin, em amadene li Kerkûkê gelê xwe biparêzin.

Bê çawa 2014’an çi ket ser milê me, niha jî li pêşiya vê yekê ti astengî nîne.

Berdevkê Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi bîr xist, ku PDK’ê berê hêzên xwe li cihê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê daye gerîlayan û wiha got:

Divê ev hêza leşkerî û derfetên zêde ne li dijî gerîla, li dijî dijminên gelê Kurd bihatana bicihkirin.

Divê were zanîn, ku bi şova leşkerî û wesaîtên zirxî derb li DAIŞ’ê nayê xistin.

Tenê yekîneyên biçûk dikarin derbê li DAIŞ’ê bixin.

HPG di vî warî de xwedî tecrube ye û jêhatî ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ku ji 2014 heta 2016’an hêzên HPG û YJA-Starê li Mexmûr, Kerkûk û hin herêmên din ên Başûrê Kurdistanê têkoşîneke aktîf kirin.

Di encama têkoşîna hevbeş a bi hêzên pêşmerge re, ev herêm ji çeteyên DAIŞ’ê hatin paqijkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv