Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êrişa PDK’ê ya li Xelîfanê: ‘Dema gerîlayan xwe li Ava Zê xistin bûn hedefa êrişeke giran a 4 saetan dewam kir’

 

ÊRIŞA PDK’Ê YA LI XELÎFANÊ
“DEMA GERÎLAYAN XWE LI AVA ZÊ XISTIN BÛN HEDEFA ÊRIŞEKE GIRAN A 4 SAETAN DEWAM KIR”

“Niha 7 hevalên me dixwazin ji herêma Qendîlê herin herêma Behdînanê”

Berdevkê Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê Serdar Yektaş doh beşdarî bultena me ya danê êvarî bû.

Têkildarî êrişa PDK’ê ya li dijî 7 gerîlayan a li Xelîfanê agahiyên girîng dan:

“Ji bo zirar li kesî neyê, hevalên me bi şev hereket dikin”

Serdar Yektaş diyar dike, ku dema gerîla dikevin tevgerê PDK dikeve pey şopa wan û van agahiyan dide:

“Haya hevalên me ji vê şopdariyê nîne, heke hebûya wê berê xwe biguhertana”

“Ji ber ku haya wan ji şopandinê nîne, hevalên me dixwazin xwe li ava Zê bixin”

Serdar Yektaş diyar dike, ji ber ku ne mumkun e gerîla bi meşê avê derbas bikin û çem fereh dibe bi kêlekên biçûk xwe li avê dixin.

“Di pozîyoneke wisa de, hêzên PDK’ê ji 3-4 milan ve êrişî hevalên me dikin”

Berdevkê navenda ragihandinê û çapemeniyê ya HPG’ê dide zanîn, ku 4 saetan hêzên PDK’ê bi çekên giran êrişî gerîlayan dikin.

“Di encama êrişê de 7 hevalên me tasfiye dikin”

Serdar Yektaş dibêje, ew baş nizanin ka çend şehîd, birîndar û dîlgirtî di encama vê êrişê de hene.

Berdevkê Navenda Ragihandinê li ser gerîlayên bûne hedefa êrişê dibêje, nasnameyên wan diyar bûne:

“Em lê dinerin, şervan û fermandarên salan in hemû, gelek kar û barên mezin kirine”

“Heke ne pozîsyoneke nemerdane, kemîneke xayînanebûya, ne çend ji hêzên bi pere yên PDK’ê, tûgayeke wan jî nedikarî van hevalên me şehîd bixîne”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv