Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êrişa li dijî pêşengên civakê: Jinên kurd li dijî faşîzmê û dagirkeriyê li ber xwe didin 08.04.2021

 

ÊRIŞA LI DIJÎ PÊŞENGÊN CIVAKÊ
JINÊN KURD LI DIJÎ FAŞÎZMÊ Û DAGIRKERIYÊ LI BER XWE DIDIN

Li Bakurê Kurdistanê bi salên 90’î re li dijî dagirkeriya Tirk pêvajoya serhildanê dest pê kir.

Hem li gorî şahidên wê demê û hem jî li gorî dîmenên ji wan rojan mane, jinên Kurd timî pêşengî ji vê pêvajoyê re kirine.

Serhildana li Nisêbînê, Cizîra Botan û gelek deverên din ên Botanê çêbûyî, heta îro jî navê jineke leheng tê hilanîn.

Ew jî Binevş Agal bi nasnav Bêrîvan e.

Jinên Kurd ji wan salan ve li Bakurê Kurdistanê her pêşengî kirin, rêxistinbûyîn û hêza xwe mezin kirin.

Xwespartin îdelojiya azadiya jinê û li her deverê ji bo azadiya xwe serî rakirin.

Ev rêxistinbûyîn û hêza bingehîn a civakê, li dijî faşîzm û dagirkeriyeke bêmînak îro jî pêşengiyê dike.

Tevî ku ji 2015’an heta niha êrişên giran li dijî Tevgera Azadiyê ya Jina Kurd pêk tên jî ji hêza xwe tiştek kêm nekiriye, berevajî her û her zêde kiriye.

Qadên 8’ê Adarê û pîrozbahiyên bi heybet ên Newrozê mînaka vê yekê ne.

Di qada siyasetê de jî bi awayekî ron û eşkere destketiyên vê têkoşînê xwe didin der.

Di hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an de ji 67 parlementerên HDPê 26 jê jin bûn.

HDP bi vî rengî bû yekemîn partiya ku temsîla jinê di asta herî jor de ye.

Di hilbijartinên herêmî û xwecihî yên 2019’an de jî li 54 şaredariyên bajar û navçeyan jin bûn hevşaredar.

Rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê ya xwe li vê yekê ranegirtî hema bêjin tevahiya şaredariyên HDP’ê dagir kirin û dest bi êrişa li dijî destketiya jinan “pergala hevserokatiyê” kir.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi betalkirina parlementeriya wê xist zîndanê.

Berdevka TJAyê Ayşe Gokkan gelek caran kir binçavan û herî dawî ew jî xist zîndanê.

Meclîsa Jinan a HDPê, Tevgera Jinên Azad, Komeleya Rosa ya Jinan, nûçegihanên jin jî di hedefa vê faşîzmê de bûn.

Ji ber ku ev êriş yekser li dijî rêxistinbûyîna jina Kurd tên kirin, weke qirkirina siyasî tê binavkirin.

Dîsa jî jinên Kurd li qadan hem dengê xwe li dijî faşîzmê bilind dikin û hem jî têkoşîna xwe mezin dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv