ÊRIŞA DAGIRKERIYA TIRK A LI DIJÎ ŞENGALÊ
AZAD ÊZDÎN Û ENVER TOLHILDAN BI MERASÎMEKÊ HATIN OXIRKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker 21’ê Çileyê li Geliyê Şîlo yê çiyayê Şengalê du wesaît bi balafirên bêmirov bombe kirin.
Di êrişê de ji fermandarên YBŞ’ê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ’ê Enver Tolhildan şehîd bûn.
Şengaliyan ji bo şehîdên xwe ji Xanesorê heta çiyayê Şengalê merasîmek oxirkirinê li dar xistin.
Dema Êzîdiyan cenazeyên şehîdên xwe wergirtin, bi awayekî balkêş eskerên Artêşa Iraqê hewl dan merasîma cenaze asteng bikin.
Xelkê Şengalê helwesteke tund nîşan da.
Şengaliyan bi awayekî xurttir a xwedîderketina li cenazeyên şehîdên xwe bersiv dan hewldana artêşa Iraqê.
Bi karwanekî wesaîtan, cenazeyên şehîdan birin Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş a li çiyayê Şengalê.
Li vê derê, şervanên YBŞ û YJŞ’ê ji bo hevalên xwe merasîmeke leşkerî jî li darxistin.
Pêşî li ser navê Fermandariya YBŞ’ê Zekî Şengalî axivî.
Li ser navê malbatên şehîdan jî Rojhat Qîranî axivî.
Li ser navê Rêveberiya Xweser û gelê Ereb Xidir Salih jî got, divê hikûmeta Iraqê dawî li bêdengiya xwe bîne û hew rê bide êrişên dewleta Tirk.
Li ser navê TAJÊ Zozan Şengalî jî wiha got:
Piştî axaftinan cenazeyên şehîd Azad Êzdîn û Enver Tolhildan bi rê û resmên ola Êzdayetiyê hatin veşartin.