Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êrişa dagirkeriya Tirk a li dijî başûr: HPG’ê encamên pêşî yên êrişan û berxwedana gerîla ragihandin.

 

ÊRIŞA DAGIRKERIYA TIRK A LI DIJÎ BAŞÛR
HPG’Ê ENCAMÊN PÊŞÎ YÊN ÊRIŞAN Û BERXWEDANA GERÎLA RAGIHANDIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke berfireh, encamên berxwedana gerîla ya li dijî tevgera dagirkirina Başûrê Kurdistanê û êrişan eşkere kirin.

HPG’ê got:

Artêşa dewleta Tirk a dagirker, Herêmên Parastinê yên Medyayê bi mehan ji erdê û hewayê ve bomberdiman kir.

Bi taybetî ev bomberdiman li ser herêmên Avaşîn û Zapê di navebra 14 û 17’ê Nîsanê de zêde bûn.

17’ê Nîsanê danê êvarî jî artêşa Tirk li dijî van herêman dest bi tevgera dagirkirinê kir.

Encamên êrişan û berxwedana mezin a gerîla wiha ne:

Li Werxela Avaşînê helîkopteran 8 caran xwestin eskeran deynin.

Gerîlayan bi çekên giran bersiv dan vê hewldanê.

Artêşa Tirk a derb xwarî paşê ji gundê Werxelê kuştî û birîndarên xwe rakirin.

Dîsa li Werxelê gerîlayan hem bi çekên ferdî û nîvotomatîk û hem jî bi çalakiyeke sabotajê li dagirkeran dan.

Ber bi şeveqê ve gerîlayan du carên din li dagirkerên dixwestin li Werxelê bi cih bibin dan.

Di çalakiyan de zêdetirî 13 dagirker hatin kuştin 3 jî birîndar bûn.

LI WERXELÊ 13 KUŞTÎ Û 3 BIRÎNDAR

Li herêma Zapê…

Piştî bomberdimana dijwar a li ser qadên Kurojaro, Şikefta Birîndaran, Ertûş, Şehîd Şahîn, Karker û Çiyareş, artêşa Tirk li dijî van qadan dest bi tevgereke berfireh a dagirkirinê kir.

Artêşa Tirk a xwest bi helîkopteran li van qadan eskerên xwe deyne, bû hedefa hêzên me.

Û di encama vê yekê de gerîlayan derb li helîkoptereke êrişê dan.

Artêşa Tirk bêyî eskeran deyne vekişiya.

Artêşa dagirker 2 caran bi helîkopoteran eskerên xwe danîn qada Kevirêkun ê Şikefta Birîndaran.

Gerîlayan ev dagirker xistin kontrola xwe û bi bandor li wan dan.

LI ZAPÊ 15 KUŞTÎ Û 6 BIRÎNDAR

Li ser vê yekê dagirkeran xwe vekişandin Kaniya Skorsky.

Eskerên Tirk, ku xwestin careke din li qadê bi cih bibin saet 22’yan careke din bûn hedefa gerîlayan.

Helîkopterên ku xwestin Şikefta Birîndaran bombe bikin jî bûn hedefa destwerdana gerîlayan û ji neçarî vekişiyan.

Dagirkerên xwestin bi helîkopteran dakevin Werxala Zapê jî bûn hedefa gerîlayan.

Li Çiyareş jî gerîlayan bi du çalakiyên sabotajê li eskerên Tirk dan û ew dan vekişandin.

Li Qada Çemço jî gerîlayan berê çekên xwe dan 2 helîkopterên êrişê û derbeke giran li yekê ji wan dan.

Serê sibê jî helîkopterên li ser xeta Bamernê-Amêdiyê-Dêralojê bifirin û êrişî Kurojaro bikin, bûn hedefa gerîlayan.

Di encama destwerdana gerîlayan de helîkopter ji qadê dûr ketin.

Di encama çalakiyên li vê derê de jî artêşa Tirk 8 kuştî û 6 birîndar dan.

Li Kurojaro jî di çalakiyên hêzên YJA-Starê de 7 dagirker hatin kuştin.

ÊRIŞA DAGIRKERIYA TIRK A LI DIJÎ BAŞÛR
HPG: LI ZAP Û AVAŞÎNÊ 28 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Bi giştî di encama çalakiyan de 28 dagirkerên Tirk hatin kuştin, 9 birîndar bûn û du helîkopteran jî derb xwarin.

HPG’ê ragihand, ku di nava 4 rojan de 147 caran herêmên parastinê yên medyayê hatine bombekirin.

Û şerê li herêmê bi berxwedana lehengî ya gerîla bi dijwarî dewam dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv