Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êriş dewama pîlana islahkirina şerqê ye: Gerîla bi berxwedana xwe pîlana qirkirinê pûç dike

 

ÊRIŞ DEWAMA PÎLANA ISLAHKIRINA ŞERQÊ YE
GERÎLA BI BERXWEDANA XWE PÎLANA QIRKIRINÊ PÛÇ DIKE

Desthilata AKP-MHP’ê şeva 23’yê nîsanê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişeke topyekûn da destpêkirin.

Li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê hikûmetên Tirk heta niha bi dehan êrişên li derveyî sînorên xwe pêk anîne.

Heke mirov li ber bayê daxuyaniyên wan û ragihandina wan bikeve, diviya heta niha gerîla ne carek sed caran tasfiye bûbûya.

Niha jî dîsa bi heman argumantan, dibêjin; “Em ê biqedînin, kok li wan biqelînin.”

Gelê kurd û gerîlayên azadiyê li benda êrişeke bi vî rengî bûn.

Derbên ku gerîlayan heta niha li dagirkeran dane nîşaneya vê yekê ne.

Li aliyê din jî şefê rejîma faşîst Erdogan bi xwe qebûl kiribû ku ew li Garê têk çûne.

wê şikestina li Garê bi desthilata faşîst re trawmayek çêkiribû.

Heta wisa lê hatibû ku tifaqa Millet a CHP-Partiya IYI û Saadetê jî hisabê têkçûnê ji AKP’ê xwestin.

Bi psîkolojiya têkçûnê desthilata faşîst li dijî kurdan dest bi sefereke din a qirkirinê kir.

Ev sefera qirkirinê di esasê xwe de weke dewama Pîlana Islahkirina Şerqê ye.

Ev sefera qirrkirinê dewama ‘Pîlana Çokdanînê’ ya sala 2014’an e.

Ku ev pîlan jî revîzekirina Pîlana Islahkirina Şerqê ye.

Navê ku ev desthilat jî li islahê dike, qirrkirina kurdan hemûyan e.

Hedef ji holê rakirina hişê kurdîtiya azad e.

Helbet hikûmeta tirk a hem li hundir hem jî li derve tengav bûye bi serê xwe û bi îmkanên xwe nedikarî vê êrişê pêk bîne.

Ev êriş bi erêkirina hêzên mezin ên cîhanî pêk hat.

Hem Amerîkayê hem jî Ewrûpayê destek da êrişê.

Dîsa ji helwesta heta niha a PDK’ê eşkere ye ku ew jî di mava vê pîlanê de cih digre.

Bêguman Amerîka û Ewrûpa di bedêla vê de ji dewleta Tirk hin tawîz girtine.

Çawa ku dewleta Tirk, di bedêla qirrkirina kurdan de di sala 1924’an de Mûsil û Kerkûk ji Brîtanyayê re hiştin, niha jî li pişt deriyan bazarên bi vî rengî hene.

Bi kêmanî tê zanîn Erdogan ji rêveberiya Biden lempeya kesk bigre çavê xwe ji naskirina qirrkirina ermeniyan re girt.

Herçî gerîla ye ev 40 sal in li dijî artêşa tirk a dagirker şer dike.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê van êrişan weke derfet û keysekê dibînin.

Gerîla bi tatktîkên nû bi stratejiya gerîlatiya modernîteya demokratîk şerekî nû li dijî dagirkeran bi pêş dixe.

Li gorî agahiyên ji qadê tên wergirtin gerîla bi xwe jî dixwaze şer belavî gelek qadan bibe, da ku karibe hêsantir derban li dagirkeran bide.

Eskerên artêşa dagirker ji ber derbên gerîla di milê derûnî de jî têk çûne.

Ji bo moralê bide eskerên xwe wezîrê şer Hulusî Akar ji Enqerê çû navça Colemêrg Geverê.

Hêyajî bibîrxistinê ye, di şer de heta niha bi dehan eskerên dagirker hatine kuştin, bi kêmanî 9 ekserên wan li Zapê li qada Qela Bedewê winda bûne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv