DAGIRKERÎ Û MÊTÎNGERIYA TIRK
ERDOGAN JI BO ÇI ROJA ÎNÊ DIÇE AMEDÊ?
Şefê rêjîma faşîst Tayîp Erdogan sibe diçe Amedê.
Ji ber ku desthilatdariya wî li ber hilweşînê ye, Erdogan bi vê serdanê wê hewl bide şerê taybet ê li dijî gelê Kurd li ser piyan bihêle.
Ewê deverên dehê caran hatine vekirin, ji nû ve veke.
Li rex vê yekê, wê nimêja Înê jî bike.
Şefê faşîst ji ber ku bi zihniyeta Osmaniyan radibe bi taybetî roja înê diçe vê seferê.
Bi vî rengî dixwaze peyama “nûkirina dagirkeriyê” bide, an go nimêja feth û dagirkirinê bike.
Lê sextekariya Tayîp Erdogan a di warê Îslamî de bi bombekirin û şewitandina mizgeftên Bakur û Rojavayê Kurdistanê di bîra me de ye.
Ev dîmenê li ser ekranên we ji Şirnexê, ji dema berxwedana xwerêveberiyê ya dîrokî ye.
Ev dîmen jî ji Sûrê ye.
ERDOGAN JI BO ÇI ROJA ÎNÊ DIÇE AMEDÊ?
AHMET TURHALLI: NIMÊJA LI DEVERÊN DAGIRKIRÎ JI SELÇÛKÎ Û OSMANIYAN TÊ
Şefê faşîst Erdogan wê li van mizgeftên ku rûxandine, bombe kirine û şewitandine nimêj bike.
Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Hafiz Ahmet Turhalli ev armanca Erdogan a nimêjkirina li Amedê wiha nirxand:
Hê bav û kalên Tûraniyan dema deverek dagir dikirin, her kes dikuştin zarokên wan ji xwe re dikirin leşker.
Bi talan, dizî û xirabiyê radibûn û paşê digotin, “em we azad dikin.”
Dema derbasî Îslamiyetê bûn jî heman hişmendî dewam kirin.
Ji dema Selçûkî heta Osmaniyan, devera dagir dikirin, ji kokê xira dikirin.
Paşê cubbe li xwe dikirin û bi melayên ku kirîbûn nimêja Înê didan kirin.
ERDOGAN WÊ LI AMEDÊ NIMÊJA ÎNÊ BIKE
HAFIZ AHMET TURHALLI: EV DESTDIRÊJÎ Û DAGIRKERÎ YE JI BO KURDISTANÊ
Hafiz Ahmet Turhalli destnîşan kir, ku gel bi sedê salan bi vî rengî xapandine û got:
Ji bo Kurdistanê ev yek tê maneya dagirkerî û destdirêjiyê.
Ti kes nikare bibêje; “ez ê li ser navê dînê Îslamê, mirovekî bikujim û xaka wî dagir bikim.”
Divê Misilmanên durist ji vê yekê bawer nekin.