Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamên Înisyatîfa Parastina Kurdistanê yên li Başûr vegeriyan, li Brûkselê daxuyanî dan

 

ÎNÎSIYATÎFA PARASTINA KURDISTANÊ
ENDAMÊN WÊ YÊN JI BAŞÛR VEGERIYAN LI BRUKSELÊ DAXUYANÎ DAN

Endamên Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê yên ji Başûr vegeriyan, li Klûba Çapemeniyê ya paytexta Belçîkayê Brukselê daxuyanî dan.

Endamên Înîsiyatîfê li Başûr gelek hevdîtin pêk anîn û encama wan ragihandin.

Andy Vermût pêşî axivî û bal kişand ser encama êrişên dagirkeriya Tirk.

Vermût got, heta niha 22 gund hatine valakirin û 1500 gundî jî ji cih û warên xwe bûne.

Endamê înîsiyatîfê ragihand, ku armanca dewleta Tirk heta bi Mûsil û Kerkûkê dagirkirina tevahiya Başûrê Kurdistanê ye.

Vermût da zanîn, di encama êrişan de heta niha 7 hezar hektar daristan li Metînayê hatine şewitandin

Artêşa Tirk bi hezaran darên ji daristanên Metînayê birîbûn, bi sedan kamyonan birin Tirkiyê.

Divê raya giştî ya navneteweyî li ber vê yekê rabe û dengê xwe bilind bike.

ÎNÎSIYATÎFA PARASTINA KURDISTANÊ
“DIXWAZIN ŞERÊ LI BAŞÛR JI CÎHANÊ VEŞÊRIN”

Yek ji endamên înîsiyatîfê yê ji ber astengiya PDK’ê nekarî beşdarî hevdîtinan bibeTobîa Şîneblî jî wiha axivî;

Tişta min fêm kirî, ev parçeyek ji şerekî hatî jibîrkirin e. Dixwazin vî şerî bimalin bin xaliyê û ji me veşêrin.

Ditirsin, ku ev şer li Ewrûpayê were bihîstin.

Ji ber ku ev şerekî li dijî mirovahiyê ye.

Kuentîn Kûrtûwa jî got, armanca me rê li ber girtina êrişên dewleta Tirk û pêşxistina diyaloga hêzên Kurd bû.

Lê li hemberî vê yekê helwesteke dijber hebû.

Em li otelekê hatin asêkirin û wezîrê karê derve ji bo rêgirtina li aloziya di nava Kurdan de ti peyamek neda me.

Li ser zextên dewleta Tirk çûyîna me ya herêmên tên bombekirin hat astengkirin.

Kuentîn Kûrtûwa ji ber ku dewleta Tirk sûcên şer dike, bal kişand ser berpirsiyariya Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê jî.

Kûrtûwa got, ew bi rola xwe ranabin û bêdengiya çapemeniya Ewrûpayê jî cihê şermê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv