Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamê konseya rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu : Di sala 24’an a dîlgirtina rêber Apo de kurd wê bêtir xwedî li rêbertiyê derkevin.

 

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
DI SALA 24’AN A DÎLGIRTINA RÊBER APO DE KURD WÊ BÊTIR XWEDÎ LI RÊBERTIYÊ DERKEVIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, di bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haberê de mijarên di rojevê de nirxand.

Karasû bi bîr xist ku dîlgirtina Rêber Apo 23 sal li pey xwe hişt, dikeve sala 24’an û destnîşan kir ku di nava 23 salên derbasbûyî de yek ji têkoşîna herî mezin a dîroka mirovahiyê hate meşandin.

Di navbera dewleta Tirk a qirker û Rêber Apo de têkoşînek heye.

Hîn jî tecrîdeke giran li ser Rêber Apo heye.

Gelê Kurd tevî dostên xwe 23 sal in li dijî tecrîdê têdikoşe.

Çalakî û kampanya nîşan didin gel ji bo azadiya Rêber Apo çiqas bi israr e.

Di sala 24’an a komployê de jî wê gelê Kurd zêdetirk xwedî li Rêber Apo derkeve

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
EŞKERE YE KU LI PIŞT ÊRIŞA DAIŞ’Ê YA LI HESEKÊ DEWLETA TIRK HEYE

Mustafa Karasu, êrişên DAIŞ ên li Hesekê û êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li Şengalê jî bi vî awayş nirxand:

Ji bo ku DAIŞ karibe êrişeke bi vî awayî bike divê ji derve piştgiriyê bigire.

Ji ber ku destpêkeke vê êrişê û pîlansaziya wê heye.

Wê bi hezaran DAIŞ’iyan bi ku ve bibin.

Eşkere ye wê wan bibin deverên dagirkirî; Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê.

Ji vî alî ve zelal e ku li pişt vê êrişê dewleta Tirk heye.

Bêguman bi destê dewleta Tirk û MÎT’ê hatiye organîzekirin.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
TI CUDAHÎ DI NAVBERA ÊRIŞA DEWLETA TIRK A ŞENGALÊ Û DAIŞ’Ê DE TINE YE

Mustafa Karasu têkiliya di navbera êrişên dewleta Tirk a li Şengalê û ya DAIŞ a li Hesekê yên hemwext destnîşan kir.

Tu ferq di navbera êrişa dewleta Tirk a Şengalê û ya DAIŞ’ê de tine ye.

Armanca yeke, ji ber ku evder wê ji bo demokrasî û azadiyê bibin deverên mînak, ew van êrişan dikin.

Bi salan e dewleta Tirk êrişî Şengalê dike û êdî divê weke êrişa DAIŞ’ê were dîtin.

Derbarê têkiliya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî Karasu diyar kir ku her du alî jî li dijî xweseriya gelê Êzidî dibin şirîk.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
‘DIVÊ DESTHILATA AKP-MHP’Ê WERE HILWEŞANDIN

Mustafa Karasû diyar kir ku ji bo siberoja Tirkiyê divê desthilata AKP-MHP’ê were hilweşandin.

Divê gelên Tirkiyê êdî bi vê desthilatê re nejîn.

Ev desthilat desthilateke faşîst e û ji bo ku bikeve zemîn çêbûye. Pir qels bûye.

Sedema neketina wê heta niha muxalefeteke baş nehatiye kirin.

Hêzên çepgir-sosyalîst û demokrasiyê jî li dijî vê faşîzmê divê tifaqê deynin.

Heta ku tifaq neyê danîn derdorên demokrasiyê neyên cem hev faşîzm hilnaweşe.

Li dijî faşîzmê lêgerîna tifaqa HDP’ê girîng e.

Em bawer dikin wê, li Tirkiyê tifaqa demokrasiyê çêbibe û têkoşîna li dijî faşîzmê geş bibe.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv