Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu

 

 

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, beşdarî bernameyeke taybet a MedyaHaberê bû.
Mûstafa Karasû diyar kir ku sala 2021’ê bu sala xwedîderketina li partî û rêber Apo.
Her wiha îşaret bi Kampanya ya “Dem dema azadiyê ye” jî kir .
Têkildarî komkujiya Parîsê de jî Mûstafa karasû got; ji bo komkujiya Parîsê ronî bibe berpirsiyariya dîrokî, ya Fransayê ye.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
SALA 2021 BÛ SALA XWEDÎDERKETINA LI PARTÎ Û RÊBER APO

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu, di Bernameya Taybet a televîzyona Medya Haberê de mijarên di rojevê de nirxandin.

Mustafa Karasu buyerên di sala 2021’ê derketine pêş nirxand û bal kişand ser pêngava “Dem dema azadiyê ye”

Di tevahiya salê de ji bo Rêber Apo xwedîderketineke mezin hebû.

Sendîkayên Îngilistan û Spanyayê, rewşenbîrên Fransî, şaredariyên Îtalî pêşengî ji çalakiyan re kirin.

Di gelek rojnameyan de ji bo Rêber Apo îlan dan.

Em bawer dikin bi têkoşîna sala 2021’ê azadiya Rêber Apo nêzîktir bûye.

Dewleta Tirk çi jî bike wê Rêber Apo bi fizîkî azad bibe.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
ŞEHÎD SARA KESAYETEKE TÊKOŞER Û DÎROKÎ BÛ

Bi mebesta salvegera komkujiyê Parîsê jî Mûstafa Karasû bal kişand ser rola pêşeng a Sakîne Cansiz.

Sara, avakara partiya me bû. Bi salan li zindanan em bi hev re man.

Yek ji çavkaniya sereke ya berxwedana zindanan bi helwesta xwe hevrê Sara bû.

Çend mehan beriya şehîdbûna Sara lîsteyek ji 22 kesan pêk hatî hate weşandin.

Di nav wan de hevrê Sara jî hebû. MÎT’ê Ewrûpa nerm dîtibû û heval qetil kirin.

Heval Sara kesayateke dîrokî bû.

Hem ji bo gelê Kurd azad bike û hem ji bo tola Qirkirina Dersimê hilîne tim li pêş bû.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
FRANSA BI RONÎNEKIRINA KOMKUJIYÊ ÎXANETÊ LI DÎROKA XWE DIKE

Derheqê helwesta Fransayê ya li bara Komkujiya Parîsê Musafa Karasu diyar kir dewleta Tirk ji ber ku di nav hevalbendiya NATO’yê de ye wiha bi rehetî li ser gelê Kurd zilmê dike:

Dewleta Tirk ji ber vê polîtîkayê wisa bi hovane êrîşan dike.

Fransa bi ronînekirina vê komkujiyê bêhurmetiyê li gelê xwe û dîroka xwe jî dike.

Her kes pê dizane ku dewleta Tirk li zikê Parîsê sê jinên şoreşger da qetilkirn.

Jixwe hate îspatkirin kesê ku hatî girtin endamê MÎT’ê ye.

Mustafa Karasu bal kişane ser giringiya xwedîderketina jinan a li şehîd Sara û ev nirxandin kirin:

Helbet ne tenê jinên Kurd divê jinên Fransî jî ser vê kuştinê ronî bikin.

Divê hemû jin helwesta xw e deynin holê.

Xwedîderketina li Sara, xwedîderketina li azadî, demokrasiyê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv