Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu

 

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû doh mêvanê Bernameyeke Taybet a Medya Haberê bû.
Mustafa Karasû gelek mijarên di rojevê de nirxandin.
Bi taybet jî li li ser biryara konseya Ewrûya ya derbarê rêber APO de rawestiye..
Mustafa Karasû bang li hiqûqzanan kir ku biryara konseyê bi baldarî bişopînin.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU
“DIVÊ HIQÛQZAN BIRYARA KONSEYA EWRÛPAYÊ BAŞ BIŞOPÎNIN”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû tevlî Bernameya Taybet a Medya Haberê bû.

Di despêka axaftina xwe de Karasû li ser mijara biryara Konseya Ewrûpayê ya derbarê Tirkiyeyê de rawestiya.

Girankirina tecrîda li Îmraliyê bibîr xist û got; divê gelê me ji aliyê pêkanîna vê biryarê ya dewleta Tirk ve hişyar be.

Mustafa Karasû bang li hiqûqzanan jî kir ku, di vê salê de biryara derbarê tecrîdê de bi baldarî bişopînin.

Karasû wiha axivî:

Dema mijar Rêber Apo be biryar jî ne hiqûqî, siyasî ne.

Ku di cîhanê de biyareke dijhiqûqî hebe ew jî yên di derbarê Rêber Apo de ne.

Wan bixwe jî got; ji wêderê nikare derkeve.

Ji ber kû rêberê gelê Kurd e tolê jê hiltînin.

Ji vî alî ve, têkoşîna ku ji bo azadiya Rêber Apo were dayîn jî divê siyasî be.

Ji ber ku biryar siyasî ne û pêkanîn hemû siyasî ne.

Ya ku azadiya Rêber Apo pêk bîne jî, têkoşîna gel e, têkoşîna siyasî ye û têkoşîna civakê ye.

Helbet têkoşîna hiqûqî girîng e lê ku herdu bibin yek dikare encamekê bixwe re bîne.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
TÊKOŞÎNA HÊZÊN DEMOKRATÎK HIŞT KU KONSEYA EWRUPAYÊ VÊ BIRYARÊ BIDE

Bi mijarê ve girêdayî Mûstafa Kqarasû biryara Konseya Ewrûpayê jî nirxand û diyar kir ku ev biryar jî di encama têkoşîna hêzên demokratîk de pêk hatiye.

Bi rastî jî mijara azadiya Rêber Apo niha di rojeva cîhanê de ye.

Ku têkoşîna gel û hêzên demokratîk nebûya konseya Ewrupayê wê biryareke wiha negirta.

Ku têkoşîneke bi hêz û bi bandor a azadiyê neyê dayîn, dikarin bavêjin bin perdeyê jî.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
JI BILÎ KOLETIYÊ TU TIŞTEKÎ KU GELÊ KURD WINDA BIKE NÎNE

Derbarê êrişên dagirkeriya dewleta Tirk de jî Mûstafa Karasû bal kişand ser têkoşîn û berxwedana gerîla.

Mûstafa Karasû da zanîn; ku di demên pêş de pêkane ku ev çalakiyên bibandor pêk werin.

Divê baş bê zanîn ku di şerê 8 mehan de fedaîtiyên wisa mezin hatin kirin ku bandorê li me hemûyan kir.

Li hemberî îradeyeke bi vî awayî tu hêz nikare xwe bigire.

Vekiriye ku dijmin piştî Zapê, tekçûneke din jî li vêderê jiya.

Hinek hesabên wan ên din jî hebûn, lê bi temamî serobino bûn.

Ji bilî koletiyê tu tiştekî ku gelê Kurd winda bike tine ye.

Em dikarên bi hêsanî bibêjin; têkoşîna gel û gerîla wê bibe yek û vê desthilatê daxîne xwarê.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
YÊN WEKÎ GARÎBE GEZER NÎŞAN DIDIN KU GELÊ KURD TÊK NAÇE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, di şexsê Garîbe Gezer de rewşa li zindanan jî nirxand.

Mûstafa Karasû diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze koka Kurdan bi qelîne, ji bo vê jî îro zindan ji kesên ku têkoşîna azadiyê didin û welatparêzan mişt kirine.

Êrişên li dijî girtiyan zêde kirine û yê serkêşiya van êrişan dike jî Suleyman Soylû ye.

Di serdema Soylû de di qereqolan de, di zindanan de tecawuz heye, tacîz heye û her cûre êrişên bê exlaqiyê hene.

Bi rastî jî serî de jin çawa li cenazeyê Garîbe Gezer xwedî derket, divê civak li kesên di zindanan de hemûyan xwedî derkeve.

Bi dehê sala ye gel li her derê li ber xwe dide.

Rastiyeke wiya ya berxwedanê heye, ji ber vê yekê jî neçar in hebûn û azadiya gelê Kurd qebûl bikin.

Tu rêyeke din nîne.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv