Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cafer Şervan têkoşîna li dijî faşîzmê nirxand.
Cafer Şervan dibêje, heta rejîma faşîst a AKP-MHP’ê neyê hilweşandina ti Kurd nikare azad û rehet bijî.
Ji bo vê jî pêwîstî bi têkoşîn û berxwedaneke topyekun heye.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CAFER ŞERVAN:
PÊNGAVA DEM DEMA AZADIYÊ YE DESKETIYÊN GIRÎNG DERXISTIN HOLÊ
Endamê Konseya Rêveber a KCK’e Cafer Şervan têkoşîna sala 2021’an ji ANF’ê re nirxand.
Cafer Şervan bal kişande ser berxwedana Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurdistanê:
Bi şikestina mezin a dijmin a li Garê têkoşîna salê destpê kir.
Vê serketinê şêwaza şer a serdema nû danî holê.
Li dijî êrişên qirkirinê yên li Metîna, Zap û Avaşînê berxwedaneke dîrokî bi pêş ket.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CAFER ŞERVAN:
SALA NÛ YA TÊKOŞÎNÊ WÊ BIBE SALA HILWEŞANDINA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
Cafer Şervan li ser têkoşîn û encamên sala nû jî wiha axivî:
Sala nû wê bi serketinên me yên mezin bibe saleke wiha ku desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ber bi hilweşînê ve biçe.
Ev sal berxwedana têkoşîna xurt wê bibe sala şikandina tecrîda li Imraliyê.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CAFER ŞERVAN:
BI RÊXISTINBÛN Û TIFAQAN DIVÊ TÊKOŞÎN WERE MEZINKIRIN
Cafer Şervan bal kişande ser bi pêşketina pêngava azadiyê ya li beşên Kurdistanê û Ewrûpayê jî:
Li hemû qadan pêngav bi çalakiyên domdar didomin.
Di sala nû de jî lazim e ev pêngav bi xurtî bên meşandin
Li gel mezinbûna pêngavê dagirkeriya tirk jî êrişên xwe didomîne.
Ji ber wê divê hîn bêtir bi rêxistinî û tifaqan têkoşîn were mezinkirin.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CAFER ŞERVAN:
HETA REJÎMA AKP-MHP’Ê NEYÊ HILWEŞANDIN TI KURD NIKARE AZAD Û REHET BE
Cafer Şervan diyar kir ku desthilata faşîst a AKP-MHP’ê dijminatiyê li hemû Kurdan û dostên Kurdan dike:
Bi derbên giran hilweşandina desthilata AKP-MHP’ê wê tenê ne Kurdan, her wiha gelên din ên li Rojhilata Navîn jî bi ser bixe.