Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamê komîteya rêveber a PKK’ê Duran Kalkan: Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê di dema xwe ya herî qels de ye.

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
REJÎMA FAŞÎST A AKP/MHP’Ê DI DEMA XWE YA HERÎ QELS DE YE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan asta faşîzma Tirk û şerê di navbera hêzên global de bi nivîsek analîz kir.

Ji bo pêkanîna pêngava serfiraziyê peywirên li ber gelê Kurd û Tevgera Azadiyê danî holê.

Nivîsa Duran Kalkan li ser malpera PKK’ê hate weşandin.

Duran Kalkan îşaret bi wê rastiyê kir ku li Tirkiyê û cîhanê pergala serdest di nava krîzeke kûr de ye.

Der barê rejîma faşîst a tirk û qelsiya wê de Duran Kalkan ev nirxandin kirin:

Li gorî Erdogan, rêveberiya wî, faşîzma AKP û MHP’ê parastina herî baş êriş e.

Ji ber ku dizane heke bisekine wê hilweşe, ji ber vê her dem êrişan dike.

Bi êrişên bênavber re dixwaze pêşiya hilweşandina xwe bigire.

Ji bo ku hilneweşe û temenê xwe dirêj bike, li hemberî geşbûna şerê gel ê şoreşgerî êriş dike.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
DIVÊ HÊZÊN BERXWEDANÊ HEMÛ CIVAKÊ BIGRIN NAV XWE Û WISA TÊBIKOŞIN

Duran Kalkan got, peywira sereke li ser bingeha rastiya gel xwebêrixtinkirin e:

Divê hêzên berxwedanê; gerîla û hêzên herêmî berxwedana herêmî û yên xweparastinê werin xurtkirin.

Divê ev hêzên hanê hemû civakê jî bigrin nav xwe.

Divê di asteke pêwist de ev hêz were xurtkirin, perwerdekirin û rêxistinkirin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
PÊNGAVA ME YA DEMA AZADIYÊ YE LI BER SERKETINÊ YE

Duran kalkan bi bîr xist ku pêngava dema azadiyê ya tevgerê dewam dike û ev nirxandin kir:

Têkoşîna me ya azadiyê hatiye ber serkeftinê.

Niha pirsa em dixwazin bibersivînin ev e; em ê karibin vê pêngavê pêk bînin an na?

Faşîzma ku bi AKP û MHP’ê tê restorekirin, ji bo têkbirina şoreşa me êriş dike.

Pergala Kapîtalîst û hin hêzên herêmî dixwazin sûdê ji vê rewşê bigrin.

Di vir de divê rastiya hemû hêzan baş were fêmkirin.

Ev şer û nakokiyên hene, xisarê didin gelên Rojhilata Navîn.

Em dixwazin pêşiya van xisaran were girtin û gel ji van tiştan rizgar bibin.

Di vê çarçovê de dema pêngava şoreşgerî ya mezin e, dema serxistina şoreşê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv