Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan

 

Li zindana Îmraliyê berxwedaneke çawa ji aliyê rêber APO ve tê meşandin?
Rejîma faşîst çima ji dengê rêber APO ditirse û destura hevdîtina bi parêzer û malbatan nade?
Zindana Îmraliyê bi sîstemeke çawa tê birêvebirin?
Di sala 2021’ê de gerîlayan bi berxwedanake çawa pîlanên dewleta Tirk a dagirker têk birin?
Di sala 2022’an de hedefên gerîla çine?
Sebeba ku rejîma faşîst ewqas êrişî HDP’ê dike çiye?
Li hemberî navlêkirina Dewlet Bahçeliyê Serokê MHP”ê li daristaneke Amedê, divê gelê Kurd xwedî reaksiyoneke çawa be?
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan mêvanê Bernameya Taybet a Medya Haberê bû û bersiv da van pirsan.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ JI ALIYÊ RÊBER APO VE HAT PARÇEKIRIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, beşdarî bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haberê bû û mijarên di rojevê de nirxand.

Dûran Kalkan destpêkê bal kişand ser faşîzma AKP/MHP’ê û got;

Çi dikin bila bikin sala borî bû sala têkçûna faşîzmê, wê ev sal jî bibe sala hilweşîna faşîzma AKP/MHP’ê.

Dûran Kalkan bi berfirehî li ser tecrîdkirina Rêber Apo sekinî û îşaret bi berxwedana li Îmraliyê kir.

Hat dîtin ku ev tecrîd ji aliyê Rêber Apo ve hatiye perçekirin.

Ya rast tecrîd ji bo gelan heye, ji bo kesên tên perçiqandin heye, ji bo jinan heye.

Mirov zêdetir dixwazin fikrên Rêber Apo bibihîzin û fêr bibin.

Dixwazin vê pergala zilmê, pergala şerê taybet bişkînin.

Ji bo vê jî dixwazin ji rê û rêbazên ku Rêber Apo nîşan dide fêde bibînin.

Siyaseta Tirkiyê bi desthilat û muxalefeta xwe ve têk çûye, nikarin tiştekî nû bi afirînin.

Niha jî di ser Îmraliyê re, di ser pirsgirêka Kurd re demegojiyê dikin.

Derdikeve holê ku yekane rêya çareseriyê fikrên Rêber Apo ne.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
BERXWEDANA GERÎLAYÊN AZADIYÊ ÊRIŞÊN FAŞÎZMÊ RAWESTANDIN Û TÊK BIRIN

Dûran Kalkan di şexsê şehîd Xebat Dêrik de şehîdên meha Çileyê bi bîr anîn û bîlançoya 2021’ê ya HPG’ê nirxand.

Bîlanço nîşan da ku di sala 2021’an de şerekî çawa hatiye meşandin.

Dagirkeriya tirk ji bo ku têkçûna xwe ya li Garê veşêre, 23’yê nîsanê berê xwe da Avaşîn, Metîna û Zapê.

Li van qadan jî têk çûn

Desthilata Erdogan- Bahçelî vê têkçûna xwe diveşêrin.

NATO û sîstema modernîteya Kapîtalîst wan li ser piyan digire.

Bi rastî jî gerîla faşîzm têk bir, bi berxwedana xwe sekinand û êrişên wan şikandin.

Di 2022’yan de jî wê wan û sîstema wan hilweşin.

Bi terzê nû, bi zemînên nû wê gerîla ber bi hedefên nû ên şer ve pêş bikeve.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
DESTHILATA FAŞÎST A AKP/MHP’Ê JI HDP’Ê DITIRSE

Dûran Kalkan bal kişand ser êrişên li ser HDP’ê jî û ev nirxandin kirin:

Ji ber ku faşîzm ji HDP’ê ditirse êrişî HDP’ê dike.

Zêde li rexneyên Erdogan ên li dijî CHP’ê nenêrin.

Ew ji CHP’ê û tişta ki CHP temsîla wê dike natirsin.

Lê ji HDP’ê ditirsin, ji hêzên şoreşger û demokratîk ditirsin.

Ji xeta HDP’ê, siyaseta HDP’ê ditirsin, ji ber wê yekê jî di rewşeke êrişê de ne.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
NAVÊ MHP’Ê LI KURDISTANÊ XWÎN Û KOMKUJÎ YE, WÊ GELÊ AMEDÊ DESTÛRÊ NEDE

Der barê binavkirina daristaneke li Amedê jî Dûran Kalkan ev nirxandin kir.

Navê MHP’ê li Kurdistanê xwîn û komkujî ye, heqareta li dijî Kurda ye.

Devlet Bahçelî jî başbûxê duyemîn ê tevgereke bi vî awayî ye.

Wê gelê Amedê destûr nede vê yekî, wê ev pêk neyê.

Divê herkes hişê xwe bide serê xwe rast tevbigere.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv