Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgirt agahiyên girîng dan

 

ENDAMÊ FER. BIR. NAVENDÎ YA PARASTINA GEL AMED MALAZGIRT:
DI ŞEHADETA EGÎD GARZAN DE DEWLETA TIRK ÎSTIXBARAT JI HERÊMÊ GIRTIBÛ

Fermandarê gerilla Amed Malazgirt bê ku nav bide, bang li PDK kir:

“Madem hun ji dewleta trik ditirsin û li hembe wan nikarin tiştek bikin, qet nebe li pêşiya me nebin asteng”

Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgit derheqê şerê li Xakurkê de jî agahî da.

Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgirt mêvanê bernameya taybet a televîzyona me bû û bersiv da pirsên hevalê me Egîd Sîrwan.

Amed Malazgirt li ser pîlanên dagirkeirya Tirk bi taybetî rawestiya û got, dewleta Tirk ji ber bêdengiya derve cesaret girt.

Fermandarê gerîla bal kişand ser êrişa 11’ê Tebaxê ya artêşa dewleta Tirk a dagirker li Xakurkê, ku tê de fermandar Egîd Garzan û 2 fermandarên artêşa Iraqê şehîd bûbûn.

Amed Malazgirt da zanîn, ku dewleta Tirk dizanî ew wesaîta kirî hedef ne ya PKK’ê ye.

Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel destnîşan kir, ku destê îstîxbarata herêmî jî di êrişê de heye.

Amed Malazgirt li ser fermandar şehîd Egîd Garzan jî agahîyên girîng dan.

 

LI XAKURKÊ ŞER DI ASTA HERÎ JOR DE YE Û EMÊ TOLA ŞEHÎDAN HILÎNIN

Fermandarê gerîla bal kişand ser şerê li Xakurkê û Pêngava Şehîd Bager û Şehîd Ronya.

 

YÊN JI DEWLETA TIRK DITIRSIN BILA LI PÊŞIYA ME NEBIN ASTENG

Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel li gel banga piştgiriyê ya ji bo şerê li dijî dagirkeriya Tirk.

Amed Malazgirt destnîşan kir, ku tenê PKK, sempatîzanên xwe û dostên xwe li ber dewleta Tirk a dagirker radibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv