Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîcan

 

 

Li dinyayê ti rêxistinek weke PKK’ê nekarî azadiya jinê ew çend bi pêş bixe.
Ev nirxandina Besê Erzîncan e.
Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê axivî
Û diyar kir, PKK têkoşîn û bîrodoziya xwe li ser esasên xeta azadiya jinê bi pêş xist:

ENDAMA KOORDÎNASYONA KJK’Ê BESÊ ERZÎNCAN:
AVABÛNA PKK’Ê JI BO JINAN BÛYE ROJA JI NÛ VE AVABÛN Û HEBÛNÊ

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan ji ANF’ê re axivî û salvegera 43’an a damezrandina PKK’ê nirxand.

Besê Erzîncan salveger li Rêber Apo, gerîla, berxwedêrên zindanan, malbatên şehîdan, gelê Kurd û dostên gelê Kurd pîroz kir.

Besê Erzîncan diyar kir Rêber Apo di damezrandina PKK’ê de girîngiyeke mezin da temsîla xeta azadiya jinê:

Têkoşîna azadiya jinê di nava PKK’ê de timî mezin bû, ev jî PKK’ê kir partiyeke jinan.

Ji bo pêşketina rêxistinî û xeta azadiyê ya jinê bi PKK’ê timî pêngav da kirin.

Rêberê me bi avakirina PKK’ê re tevkariya herî mezin a stratejîk li azadiya jinê kir.

Jin bi tevlîbûna li nava refên PKK’ê gihiştin cewhera xwe, potansiyel û hêza xwe nas kirin.

Lewma avabûna PKK’ê ji bo jinan bûye roja jinûve avabûn û hebûnê.

ENDAMA KOORDÎNASYONA KJK’Ê BESÊ ERZÎNCAN:
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ BI PÊŞENGIYA JINAN TÊ MEŞANDIN

Besê Erzîncan bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêber Apo û ev nirxandin kirin:

Yek ji sedemên bingehîn ên dîlgirtina Rêber Apo; karên wî yên ji bo rizgarkirina jinê ji koletiyê ye.

Rêberê me rê û rêbazên azadiya jinê nîşan da.

Afirandina jinên Kurd ên bi fedaîtî li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û li ber xwe dan, berhema Rêber Apo ye.

Weke Tevgera Jinên Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me misoger bibe em pêşengiyê dikin.

ENDAMA KOORDÎNASYONA KJK’Ê BESÊ ERZÎNCAN:
BICIHKIRINA PKK’Ê LI LÎSTEYA ‘RÊXISTINÊN TERORÊ’ ŞERMA HERÎ MEZIN A MIROVAHIYÊ YE

Besê Erzîncan hewldanên ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ jî vê dibêje:

PKK tevgereke azadiyê ye, têkoşîn, çalakî û îdeolojiya xwe diyar e.

Di têkbirina DAÎŞ’ê de rola PKK’ê gelekî mezin bû.

PKK ji her rêxistinê, ji her dewletê bêhtir temsîla xeta azadiya jinê dike.

Lewma yek ji rojeva me ya sereke derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ ye.

ENDAMA KOORDÎNASYONA KJK’Ê BESÊ ERZÎNCAN:
TEMENÊ DÎKTATORIYA FAŞÎST QEDIYA YE, PÊWÎSTÎ BI MUXALEFETA BI PÊŞENGIYA JINÊ HEYE

Besê Erzîncan diyar kir AKP-MHP’ê bi êrişa li ser Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê dixwaze temenê xwe dirêj bike û got:

Temenê vê dîktatoriya ku bi xeyalên dewleta Osmanî ya nû li herêmê tevdigere qediya ye.

Heke li Tirkiyê muxalefet li pêşberî civakê ji dil be, li ber desthilata faşîst rabe wê teqez serbikeve.

Jin jî wê bibe pêşenga çalak a vê muxalefetê.

Besê Erzîncan destnîşan kir ku êdî kes nikare pêşî li lêgerîn, daxwaza azadiyê ya jinên bigire û ev peyam da:

Dema ku em di nav de ne rojên afirandina başî, nûbûn, bedewiyê ye.

Bang li her kesî dikim ku têkoşîna me ya azadiyê mezin bikin û heta jê tê tevlî pêngavên me yên azadiyê bibin.

Eger têkoşîn bi vî rengî bê meşandin wê serketin teqez a jinan û gelan be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv