Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk: ‘Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd ronesans e’

 

ZILAR STÊRK
ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê

Endama konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk ji ajansa Firatê ANF’ê rea xivî.

Zilar Stêrk pêşî tecrîd û têkoşîna rêber Abdullah Ocalan ya li Îmraliyê nirxand û ev nirxandin kir.

Li gireva Îmraliyê berxwedaneke mezin a rêbertî heye.

Tevî tecrîda şidandî jî têkiliya gel û Rêber Apo tu carî qut nebû.

Navbera tevger, gel û Rêber Apo têkiliyeke xurt a bîrdozî, siyasî,civakî û rihî heye.

Dostên Kurdan jî xwedî li rêber Apo derdikevin..

Ji aliyê sendîkayên Ingilistanê, li Afrîkaya Başûr gelek welatên Ewrûpa kampanya hatine destpêkirin.

Mirov fikrên Rêber Apo nas dikin bi awayekî berfireh xwedî lê derdikevin.

ZILAR STÊRK:
LI SER RÊBER APO TECRÎDEKE SIYASÎ Û HIQÛQÎ HEYE

Endama Konseya Serokatiya giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk ev fikarên xwe jî anîn ziman:

Li ser Rêber Apo hem tecrîdeke siyasî, him jî tecrîdeke hiquqî heye.

Me serlêdana buroya hiquqê ya asrînê ya ji bo CPT’î şopand, erênî ye, lê me fêm nekir ku li Îmraliyê çidibe.

Divê CPT’î biçe Îmraliyê, rewşê lêkolîn bike, daxuyaniyekê bide gelê Kurd û civaka Kurdistanê.

Li ser serlêdana ji bo komîteya wezîran a girêdayî Konseya Ewrûpayê jî Zilar Stêrk vê nirxandinê dike.

Cezayê darvekirinê ya li dijî Rêber Apo veguherandin cezayê mûebeta girankirî.

7 sal li ser vê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbas bûye.

Dewleta Tirk û saziyên wê yên darizandinê ev ne xistin rojeva xwe, ev bi serê xwe sûc e.

Pêwist e, hiqûqnas, saziyên mafên mirovan en li Tirkiyê vê meselê nîqaş bikin û pêve eleqeder bibin.

ZILAR STÊRK:
PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ JI BO GELÊ KURD RONESAN E

Endama Konseya Serokatiya giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk pêngava 15’ê tebaxê weke ronesans binavkir û wiha got.

Di warê feraset, jiyan, kesayet û civakê de gelek guhertin çêbûn, rê li ber xwedîderketina li nasnamê vekir, êdî kesayeteke nû ya Kurdan derket holê.

Bi geşbûna têkoşînê re, gerîlayên Kurd êdî asteke modern bi dest dixe, li warê leşkerî, stratejîk û taktîkî gelekî pêş ve çûne.

Gerîla li hemberî leşkerên dewleta Tirk şernakin, ew li hemberî artêşa Nato şer dikin, şerê li herêmên parastina medya ne şereke normal e.

Divê gelê me bi rêya kargoyan şandina cenazeyan qebûl neke, gerîla ne bê xwediye, divê şerefa gelê Kurd nekeve bin piyan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv