Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Zerîn Rûken

 

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Zerîn Rûken têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî şideta li ser jinê ji ANF’ê re axivî.

Zerîn Rûken got, jinên Kurd li Rojhilata Navîn pêşengiyê ji şoreşê re dikin.

Em di dema azadiyê de ne û wê bi têkoşîna jinan desthilatdariyên kirêt ên li cîhanê bên guhertin.

Zerîn Rûken her wiha ji bo azadiya Rêber Apo banga mezinkirina têkoşînê kir.

ENDAMA KONSEYA RÊVEBER A KJK’Ê ZERÎN RÛKEN
“JI BO RÊBER APO NIHA DEMA AZADIYÊ YE”

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Zerîn Rûken têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinê ji ANF’ê re axivî.

Zerîn Rûken destnîşan kir, ku jinên Kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe li Rojhilata Navîn pêşengiyê ji şoreşê re dikin.

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê li ser pêngava “li dijî qirkirina jinê, dema parastina jin û civaka azad e” jî got, jinan li her dera Kurdistan û derveyî wê gotin, “ev serdem serdema azadiyê ye.”

Li ser bandora têkoşîna jinan a li Kurdistan û tevahiya cîhanê jî Zerîn Rûken destnîşan kir, ku wê desthilatdariyên kirêt ên ji mêran pêk tên, bi têkoşîna jinan bên guhertin.

Em dizanin, ku di şexsê jinan de cîhaneke azad pêkan e.

Bes, ji bo daxwaz û rêxistinkirina wê em hebûna xwe ragihînin.

Em hene, li qadan e, bedew û bi hêz in.

Dilên me jinan ên ji bo azadiyê lê didin yek in.

Ê naxwe em kolanan bi ruhê îsyanê tije bikin.

Tiştekî em winda bikin nîne, lê em ber bi siberojeke azad ve dimeşin.

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê destnîşan kir, ku wê ev têkoşîna jinan a rêxistinkirî faşîzmê hilweşîne û got, têkoşîna me her roj û her kêlî ye.

Zerîn Rûken li ser tecrîdkirina Rêber Apo û têkoşîna ji bo azadiya wê jî got, êdî dema wê hatiye ku di sedsala 21’ê de Rêber Apo azad bibe.

Li ser berxwedana YJA-Starê û şerê wê yê li dijî dagirkeriyê re jî Zerîn Rûken got, gerîlayên HPG û YJA-Starê berxwedaneke lehengî ya bi ruhê azadiyê dikin.

Ji vê berxwedanê diyar dibe, ku ji niha ve em bi ser ketine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv