Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Xalîde Engîzek

 

 

 

Partiya Karkerên Kurdistan PKK dikeve 44 saliya xwe.
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Xalîde Engîzek ji ANF’ê re axivî û balkişand ser taybetmendiyên PKK’ê.
Xalîde Engizêk dibêje: Paradîgmaya Rêber Apo bûye gerdûnî, êdî ne mumkun e pêşi li PKK’ê were girtin.
PKK bûye hêza guhertin û veguhertinê.

SALVEGERA 43’AN A DAMEZRANDINA PKK’Ê
ENDAMA KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê XALÎDE ENGÎZEK: PKK’Ê ÇAR BEŞÊN KURDISTAN KIRIN YEK

Partiya Karkerên Kurdistan PKK dikeve 44 saliya xwe.

Salvegera 43’an a damezrandina PKK’ê ji aliyê gelê kurd û jinan ve bi coş tê pêşwazîkirin.

Bi minasebeta salvegerê Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Xalîde Engîzek bersiv dan pirsên ANF’ê.

Xalîde Engîzek destpêkê di şexsê şehîdên meha mijdarê de hemû şehîdên doza azadiya Kurdistanê bi bîr anî û destnîşan kir wê xeyal û hesreta wan bînin cih.

Xalîde Engîzek bi van gotinan behsa dema avabûna PKK’ê kir.

PKK ne tenê li dijî desthilatdariya faşîst a Tirkiyê û li şûna wê avakirina welatekî serbixwe azad bû.

Her wiha derketineke li dijî hemû cûre nêzîkatî, têkilî, kevneşopî û çînayetiya di nava civakê de bû.

Bû hêza guhertin û veguhertinê.

Ji bo wê jî bû çira, bû hêvî û vîn, bû fikreke hemdem ji bo gelê Kurd û her kesên azadîxwaz.

Cara yekem li dora vê partî û vê hişmendiyê civaka Kurd li her çar beşên Kurdistanê kom dibe.

ENDAMA KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê XALÎDE ENGÎZEK:
PKK GOVEND E, SEMA YE, ŞOREŞ E, ÇAKÛÇÊ DESTÊ KAWAYÊ HESINKAR E

Xalîde Engîzek der barê têkoşîna bê rawestan a PKK’ê de jî ev nirxandin kirin:

Rêber Apo got: “PKK helbestek e, sitranek e û destaneke dawî lê nehatiye ye.’’

Em jî temam dikin û dibêjin: PKK govend e, sema ye, şoreş e.

PKK çakûcê destê Kawayê Hesinkar e.

PKK meşeleya destê Mazlum û Zekiyeyê ye.

PKK tivinga destê Egîdan, Bêrîtan, Reşîd û Delalan e.

PKK vîna Kemal û Xeyrîyan e.

PKK kenê li ser lêva zarokan e, tilîliya dayîkan e, serbilindiya kal û pîran e.

PKK eşq û evîna ciwanan e. PKK rih û xwîna nava damarê rûhê jinan e.

PKK xwîna şehîdan a ku ziwa nabe ye. Di vê wateyê de PKK cewherê mirovahiyê ye.

ENDAMA KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê XALÎDE ENGÎZEK:
ROJ EW ROJ E KU EM LI DORA PKK’Ê TÊKOŞÎNA AZADIYÊ MEZIN BIKIN

Xalîde Engîzek di heqê sala nû ya têkoşînê de jî ev peyam da:

Her kesê ku dibêje ez mirov, demokrat , çepgir û sosyalîst im; jin û ciwan im, bila li dora PKK’ê xwe bi rêxistin bikin.

Di bin ala PKK’ê de bicivin û têbikoşin.

Bila bizanibin ku ji bilî şêwazê PKK’ê li Kurdistanê, herêm û cîhanê riyek din a çûna azadiyê nîne.

Bila hemû tewanên ku li PKK’ê hatine barkirin bi tekoşînê werin pûçkirin.

Di vê sala nû ya PKK’ê de em pergala Îmralî, faşîzmê birûxînin.

Rêbertiya xwe bi awayê fîzikî azad bikin. Çareseriya doza Kurdistanê misoger bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv