Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dîlok

 

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dilok siyaseta dewleta tirk ya li hemberî kurdan nirxand bi taybetî behsa sedem û şert û mercên avabûna PKKê kir.

Dilzar Dilok bibîrdixe ku Tirkiye dema avabû ji xwe re kiribû hedef ku di nava demê re kurdan bi temamî ji holê rake û tine bike, yên mayîn jî bike tirk, lê bi serhildana PKKê re ev projeya tinekirinê xirab bû. Ji ber vê sedemê ewaq bi kin û nefret êriş dikin ser kurdan.

ENDAMA KOMITEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê DILZAR DîLOK:
SERHILDARAN RÊBER APO Û PKK’Ê TEVGERA REDKIRINA SISTEMA ÎNKARÊ YE

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dilok siyaseta dewleta tirk ya li hemberî kurdan analiz kir û bi berfirehî behsa sedemên avabûna PKKê kir.

Dilzar Dilo pêşî da xuya kirin, dewleta tirk Kurd anîn ber sînorê mirinê. Di sedsala 20’an de hebûna kurdan hema hema weke cenaze bû. Serîrakirina PKK’ê tevgera derketina ji vê gorê ye.

Dilzar Dilok behsa sedemên êrişên giran yên li ser Kurdan kuir û wiha axivî.

“Di vê sedsalê de kurdan bi serhildana xwe xeleka îmha û înkarê şikandin.

Sedemê êrîşên li ser Kurdan û Kurdistanê, serhildana wan ya ji bo hebûnê ye.

PKK’ê ji ber ku ev fikra hebûnê xist serê Kurdan, îro bûye hedef.

Serhildaran Rêber Apo û PKK’ê tevgera redkirina sistema înkarê ye.

PKK ji bo pergaleke nû ava bike, diviyabû pêşî şaşiyan red bikirana û wan ji holê rakirana.”

Dilzar Dilok mirin û vejina kurdan bi van gorinan anî ziman:

“Çiyayên herema me bi çîrokên mirinê yên Kurdan tije ne.

Desthilatdaran mirin dabûn pêşiya kurdan, lê gerilla bi berxwedanê jiyan hilbijart û têgihiştina derheqê mirinê de guherand.”

ENDAMA KOMITEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê DILZAR DîLOK:
“LI PÊŞIYA KURDAN TENÊ RÊYEK HEYE, BERXWEDAN Û AZADΔ

Derheqê hêrsa kurdan ya li hemberî dewleta tirk de jî Dilzar Dilok wiha axivî:

“Hêrsa kurdan mafdare, dema ji dewleta Tirk re bibêjin faşist, tecawuzkar, qirker, dijminê Kurdan, dijminê jin û zarokan, mafdar in.

Kîna dewleta Tirk ya li hemberî hebûna kurdan ne îro ye, ji îtirafên eskerên wê demê jî diyare ku di dema terteleya Dersimê de jî gazên kimyewî bikaranîn, îro hê jî li hemberî gerilla bi kartînin.”

Rêvebirya PKKê weke çareserî da xuya kirin ku li pêşiya kurdan tenê rêyek heye, ew jî berxwedan û azadî ye.

Derheqê rewşa dawî ya şer de Dilzar Dilok da xuya kirin ku PKK li gel hemû êrîşên hovane jî, hêza xwe ya fizîkî parastiye û bi pêngavên nû berbi serkeftinê ve diçe.

Dilzar Dilok ji ber bal kişand ser berxwedana li zîndanan û got:

“Berxwedana li zîndanan ya bi pêşengiya jinan hêz da pêngavên me û herwiha Hukumeta Tirk mecbûr kir ku di serî de tecrîd di hin mijarên din de gavan bavêje.”

Ev jî hatin dîtin

Panîk û reva leşkerên artêşa Tirk

Stêrk Tv

HPG dîmenê çalakiya li Heftanînê weşand

Stêrk Tv

Fermandar Amed Malazgîrt: Dagirkeriya dewleta Tirk wê li Zapê bişikê

Stêrk Tv

Hakî Armanc: ‘Di her gavê de wê têk biçin!’

Stêrk Tv

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di Bernameya Taybet de agahiyên giring dan.

Mustafa

Amed Malazgirt: ‘NATO’yê çekên qedexekirî dan dewleta Tirk’

Stêrk Tv