Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Encamnameya Şêwra Jinên Kurd li Ewrûpa hat eşkere kirin

 

“ŞÊWRA JINÊN KURD LI EWRÛPA LI DIJÎ DAGIRKERIYA KURDISTANÊ”
ENCAMNAMEYA ŞÊWRA JINÊN KURD LI EWRÛPA HATE EŞKERE KIRIN

5’ê îlonê li Holandayê şêwra jinên Kurd li Ewrûpa li dijî dagireriya li ser Kurdistanê pêk hat.

Encamnameya Şêwra jinên Kurd bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin.

Di encamnameyê de wiha tê gotin.

Qedera jiyana jinên Kurd ên li Ewrûpayê, bi pêşketin, şer û krîza ku li ser Kurdistanê tê ferzkirin ve girêdayî ye.

Ji ber dewletên Ewrûpa, neteweyên Yekbûyî, saziyên din ên navdewletî li hemberî hêzên dagirker ji ber berjewendiyên xwe bêdeng in, dibin şirîkê şerê li dijî gelê Kurd.

Ji ber wê, jinên ji çar beşên Kurdistanê li Holandayê 5’ê îlonê şêwra xwe bi tevlîbûna jinên beşên cûda yên siyasî û civakî li dar xistin.

Li ser rewşa jinan li Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojavayê Kurdistan û derveyî welat nîqaşên girîng û berfireh pêk hatin.

Di encamnama şêwrê de bi taybetî li ser girîngiya azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan jî hat sekinandin û hat gotin:

Bi bîrdoziya Abdullah Ocalan jin wek kilît û hêza diyarker a siberoja Kurdistanê ne.

Jin bi hêza xwe ya mohra xwe li sedsala 21’an xist, banga azadiya Abdullah Ocalan dikin.

ENCAMNAMEYA ŞÊWRA JINÊN KURD LI EWRÛPA
LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ WÊ ÎNÎSIYATÎFA JINÊN KURD WERE AVA KIRIN

Di encamnama şêwrê te bi taybetî li ser êrişên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê jî hat rawestandin û wiha hat gotin.

Jinan di mijara şehîdxistina gerîlayên HPG’ê ji aliyê PDK’ê de bertekên giran nîşan da, ev bûyer wekî xeteriyeke mezin dît û weke amadekariya şerekî navxweyî destnîşan kir.

Çend biryarên di şêwrê de hatine girtin jî wiha ne.

Avakirina Însiyatîfa Jinên Kurd ji bo destwerdana lezgîn li dijî dagirkeriyê

Şewir bang li PDK’ê dike da ku dawî li qetilkirina gerîlayên azadiyê bîne, aqûbeta gerîlayên windayî eşkere bike.

Bi lezgînî şandina şandeyek li dijî dagirkeriyê ji bo Başûrê Kurdistanê.

Pêşxistina rêxistinkirina jinan, hunermend, akademîsyen siyasetmedar, dayikên şehîdan di warê yekîtiya neteweyî de.

Israrkirina ji bo beşdariya jinan di nîqaş û biryarên siyaseta giştî ya der barê yekîtiya neteweyî de.

Avakirina şandeya jinan a ji bo hevdîtinên neteweyî ya ji karên dîplomatîk.

Şandina nameyan ji bo jinên namzetên hilbijartinên Iraqê û rexistinên navdewletî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk.

Şandina nameyan ji bo jinên ku di nav partiyên siyasî li Başûrê Kurdistanê û rexistinên jinan ên civakî ku dengê xwe li dijî dagirkeriyê bilind bikin.

Şêwir bang li komîteya amadekar a konferansa 3. ya yekîtiya neteweyî ya jinan kir da ku bi lez û bez bicive û pêşiya xeteriyên li ser Kurdistanê bigre.

Di heman demê de hate xwestin, hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurd, jinan wekî îradeyên xweser binasin, jinên siyasetmedar, rojnamevan, çalakvanên girtî yên li Behdînanê werin berdan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv