“LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ HELWESTEKE TUND DIVÊ”
ENCAMNAMEYA KONFERANSA NETEWEYÎ HAT EŞKEREKIRIN
Konferansa Yekîtîya Netewî ya serbixwe 4’ê îlonê li Holandayê pêk hat.
Ji çar beşên Kurdistan rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar, rojnamevan û kesayet beşdar bûn.
Beşdarên konferansê li dijî êrişên dagirkeriyê helwesta xwe bi nîqaş û encamnama xwe eşkere kir.
Beşdaran îşaret bi êrişên li ser 4 beşên Kurdistanê kir û bêdengiya hêzên navnetewî şermezar kir.
Ji hêz û gelên cîhanê xwestin li şûna ku kurdan weke terorîst bi nav bikin, destekê bidin kurdan.
Beşdaran bi bîr xist ku ku axa Kurdistanê wargeha hemû kesên kurdistanî ye û ev tespît hat kirin:
Ev rastî meşrûiyetê dide her hêzêke netewî da ku li hemû beşên Kurdistanê bimînin, xebatên xwe bidomînin.
Di encamnameyê de ev xal derketin pêş.
Li hemberî dagirkeriyê pêwîstî bi yekrêziya hêzên Kurdistanê heye. Li dijî dagirkeriyê bê helwest nemînin û bi ti awayî nebin şîrîkên êrişan.
Ji bo xurtkirina yekrêziyê lazim e demildest lijneyeke bilind a di asta mektebên siyasî de dest bi kar bike.
Divê rewşenbîr û kesayetiyên Kurdistanî bi helwesteke tund li dijî dagirkeriyê rawestin û hêzên Kurdistanî hişyar bikin.
Divê hêz û saziyên navnetewî li hemberî sûcên dewleta tirk bêdeng nemînin û piştgiriya gelên Kurdistanê bikin.
Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku pêdivî bi berfirehkirina ‘Platforma li dijî Dagirkeriyê’ heye û ji bo vê jî hin komîte hatine avakirin:
Komîteya Pêwendiyan; wê bi partî, rêxistinên siyasî, rewşenbîr û kesayetiyên Kurdistanî re di nava têkiliyan de be.
Komîteya Ragihandinê; wê di nava hewldana pozîtîfkirina zimanê ragihandina Kurdistanî de be
Komîteya Lobî û Dîplomasiyê; wê pêywendiyên li gel partiyên siyasî û parlementoyên dewletên Ewropayê pêk bîne
Encamname bi vê bangê bi dawî dibe:
Em bang li hemû aliyan dikin, bi awayekî xurt piştgiriya ‘Platforma li dijî Dagirkeriyê’ bikin û pêşî li xebatên komîteyên platformê vekin.