Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Encamên dîplomatîk ên têkçûna hêzên tirk li Garê: Tirkiye û Îranê di asta sefîran de hev sûcbar kirin 01.03.2021

 

ENCAMÊN DÎPLOMATÎK ÊN TÊKÇÛNA HÊZÊN TIRK LI GARÊ
TIRKIYE Û ÎRANÊ DI ASTA SEFÎRAN DE HEV SÛCBAR KIRIN

Heftiya bihurî Sefîrê Îranê yê Bexdayê Irec Mescîdî ji ber êrişên eskerî yên li dijî axa Başûr, dewleta Tirk rexne kir.

Mescîdî ji ragihandina Başûr re axivî û got;

Em qebûl nakin ku Tirkiye yan jî dewleteke din bi awayekî eskerî dest li Iraqê werde yan tê de bi pêş de biçe yan jî eskerên xwe lê bi cih bike.

Çi eleqeya Tirkiyê bi Şengalê re heye?

Divê iraqî van meseleyan di nava xwe de çareser bikin.

Piştî vê daxuyaniyê îcar Sefîrê Tirkiyê yê Bexdayê Fahîh Yildiz li ser hisabê xwe yê medya dijîtal bersiv da Îranê:

Ez wisa lê difikirim kesê ku herî dawî rabe ji Tirkiyê re bibêje rêzê ji sînorên Iraqê re bigre, Sefîrê Îranê ye.

Piştî vê jî Wezareta Karê Derve yê Tirkiyê rabû bangî Sefîrê Îranê yê Enqerê Mihamed Ferazmend kir û li wezaretê nerazîbûna xwe eşkere kir.

Îranê piştî vê manevrayê tavilê ji bo biçe Wezareta Karê Derve ya Îranê bang li Sefîrê Tirkiyê yê Tehranê Derya Ors kir.

Derket holê ku rayedarên Îranê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên wezîrê tirk Suleyman Soylu dane û destnîşan kirine ku ew daxuyaniya sefîrê tirk Fatîh Yildiz jî qebûl nakin.

Serokê Meclisa Iraqê Muhammed El Halbusî jî li ser twîttera xwe nav neda lê dîplomatên biyanî hişyar kir û got:

“Hûn li vir dewleta xwe temsîl dikin, li ser têkiliyên di navbera welatan de bixebitin. Têkilî karên navxweyî nebin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv