Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Emîne Şenyaşar: Roja edalet pêk bê ji bo min roja dayîkan e

 

ROJA DAYÎKAN A CÎHANÊ
EMÎNE ŞENYAŞAR: ROJA EDALET PÊK BÊ JI BO MIN ROJA DAYÎKAN E

Roja dayîkan a cîhanê ji sala 1914’an ve ji bo bîranîna Ana Jarvis a li Emerîkayê hate kuştin tê pîrozkirin.

Her sal di duyemîn roja yekşemê ya meha gulanê de roja dayîkan tê pîrozkirin.

Hevseroka Giştî DBP’ê Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê bi boneya Roja Dayikan serdana Emîne Şenyaşar kirin, ku ev 62 roj in di nobeta edaletê de ye.

Emîne Şenyaşar got: Roja edalet were cih, ew ê hingî roja dayîkan pîroz bike.

ROJA DAYÎKAN A CÎHANÊ
HEVSEROKA GIŞTÎ YA HDP’Ê ROJA DAYÎKAN LI QADA GALATASARAYÊ PÎROZ KIR

Hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û parlementer Serpîl Kemalbay, Huda Kaya, Dilşat Canbaza Kaya û Oya Ersoy jî li Qada Galatasarayê ya ku ji heftiya 700’î ve li Dayikên Şemiyê hatiye qedexekirin, Roja Dayikan pîroz kirin.

Hevseroka giştî ya HDP’ê wekîlên pê re, qerenfîl danîn pêşiya Lîseya Galatasarayê.

Pervîn Bûldan, li vir axivî û wiha got:

Ez roja dayikan hemûyan pîroz dikim.

Bi hewldaneke mezin a dayikan em di nava lêgerînekê de ne.

Em dixwazin kefxweşiya dayikên ku agahiyekê ji zarokên xwe bigirin hemûyan bibînin.

ROJA DAYÎKAN A CÎHANÊ
LUTFIYE GOKKAN: XELATA KEÇA MIN YA HERÎ MEZIN TEKOŞÎNA WÊ YE

Bi rast hatina roja dayîkan a cîhanê dayîka berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan axivî û balkişand ser tekoşîna keça xwe.

Lutfiye Gokkan anî ziman ku xelata wê ya herî mezin têkoşîna keça wê ye.

Dayîk Lutfiye Gokkan diyar kir, ku wê ti carî Roja Dayikan bi keça xwe re derbas nekiriye û got: Ayşe ji bo hemû dayîkan dixebîtî.

Lutfiye Gokan got, ew bi keça xwe re hevala têkoşînê bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv