Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Em HDP’ê diparêzin’: Amed ji mîtînga mezin re amadekariyê dike

 

“EM HDP’Ê DIPARÊZIN”
AMED JI MÎTÎNGA MEZIN RE AMADEKARIYÊ DIKE

HDP li dijî zext û êrişên li dijî wê zêde bûne di 22’yê Çile de li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma “Em HDP’ê diparêzin” mitîng li dar dixe.

Mitînga wê saet li 12.00’an dest pê bike wê hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar.

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz û parlementerên HDP’ê tevli bibin.

Koma Pel û hunermend Ayfer Duzdaş jî wê bi stranên xwe ve tevli mîtîngê bibin.

Xebatên amadekariya mitîngê dewam dikin. Nêzî deh rojan in li navenda Amedê û navçeyên wê belavokên bo beşdariya mitîngê tên belavkirin.

Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan derbarê girîngî û xebatên mitîngê de ji ajansa mezopotamyayê re axivîn.

Gelê Amedê wê li qadê carek din bersiva vê siyaseta qirêj bi awayek herî xurt bide.

Çawa ku partiyên din ku partiyên me girtin û navê wan paqij bû wê bloka AKP-MHP’ê jî bi heman encaman re rûbirû bimîne.

Em dixwazin gelê Amedê li dijî vê feraseta yekperest biherike qadê û xwedî li partiya xwe derkeve.

Gelê Amedê ji bo mazûvaniya vê hevdîtina bi heybet amade ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv