Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ehmed Pelda: Têkçûna dewletê ya ji bo Ocalan 06.04.2021

 

EHMED PELDA / YENÎ YAŞAM
TÊKÇÛNA DEWLETÊ YA JI BO OCALAN

Dema ku li dijî Ocalan komplo pêk hat, topek ji agir dan destê Tirkiyê. Eger tu bigre wê bişewitîne, tu negre wê ji dest biçe. Bi demê re ev yek îspat bû.

Hêviya wan ew bû ku wê Ocalan teslîm bibe, rêxistin ji hev bikeve û têk biçe. Li gorî hesabê wan ev yek mumkun bû û mînakên wê jî li cîhanê hebûn. Lê bi demê re ketin ferqa wê ku pêk nayê. Ocalan li girava Îmraliyê ji dozger û eskeran bigre bi tevahiya rayedaran re gelekî axivî. Bingeha hewldanan ew bû ku bi PKK’ê re têkilî were danîn, pêvajoya guhertinê were temamkirin û dewletê ji şîdetê dûr bixe. Her wiha bi riyên aştî û demokrasiyê pirsa Kurd bighîne çareseriyê. Ocalan berê ji rêxistina ku lîderê wê bû berpirsiyar bû, lê piştre ji bo ku aliyê din jî rêxistin bike rol girt ser xwe. Lewma di hevdîtinan de ji derveyî parastinê roleke çalak girt ser xwe.

Lê mejiyê dewletê ne li gorî wê hewldanê bû. Helwesta wan tekperest û nijadperest bû. Dewletê dixwest xwe xelas bike û Ocalan bi kar bîne. Armanceke wan jî ew bû û lewma riya hevdîtina bi Ocalan re vekirin. Ocalan jî ev yek dît û fikrên xwe bi raya giştî re vekirî parve dikir.

Ji komployê heta niha Ocalan û hevalên wî ewqas felaket derbas kirin. Niha jî em dinêrin felsefe û fikrê wan civakî bûye. Stratejiya herêmê baş dizanin û li gorî wê siyasetê diafirînin.

Her çi dibe bila bibe Dewleta ku xwest Ocalan bi kar bîne, ew wekî muxatabê siyasî qebûl kir. Hevdîtinên li Îmrali, Oslo û deklarasyona Dolmabahçe îspata wê ye.

Dewlet 5-6 sal in hevdîtinên bi Ocalan re asteng dike. Lewma tiştekî bêje tineye. Eger hevdîtin pêk were divê ji Dolmabahçe bi wir de be, beriya wê qebûl nabe. Dewlet vê dizane û ne amade ye. Di Newroza dawî de jî hat dîtin ku ewqas girtin û êrişan jî ew gel li ser piya ye.

Eger riya hevdîtinê vebe gotinên Ocalan wê encamên cidî derxîne holê. Rastiyeke Ocalan heye ku dikare nefesê bide siyaseta Tirkiyê. Dewlet ji vê ditirse.

Ocalan wekî gilokek agir danîn girava Îmraliyê. Lê li wê derê bizrê aştiyê danî û divê em girîngiyê bidin vê yekê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv